Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hikûmeta Herêmê Red Dike ku Kontrola Derbazgehên Sînorî Radestî Bexda Bike


Ajansa Reutersê ji zarê karbidestekî Kurd ragihand ku hikûmeta Herêma Kurdistanê red kir kontrola derbazgehên sînorî radestî hikûmeta Bexda bike.

Teslîmkirina kontrola sînorên bi Tirkîye, Îran û Îraqê yek ji daxwazên Îraqê bû, ku roja Duşemê wek gaveke tolhildêr ya bersîvdana referandumê ragihandibû.

Hikûmeta Îraqê ku piştgirîya Enqere û Tehranê wergirtîye, daxwaz ji rêbertîya Kurdan kiribû ku encamên referandumê pûç bikin yan ne, rûbirûyê toleyên curbicir bibin.

XS
SM
MD
LG