Serokê Komîsyona Bilind ya Hilbijartin û Referandumê li Herêma Kurdistana Îraqê, Hendrîn Mihemed ragihand ku hilbijartinên seroktî û parlemanî wê di 1’ê Mijdarê de werin kirin.
Tevgera Goran jî îro bi daxuyanîyekê ragihand ku berbijarê wê yê hilbijartinên seroktî Hama Tofiq Rahîm e.
Herêma Kurdistanê di 25ê Îlonê de referanduma serxwebûnê li dar xistibû û gel bi awayekî xurt piştgirî dabû referandumê.
Amerîka û dewletên rojavayî, bi sedema ku zararê bide şerê dijî DAIŞ’ê û bêîstiqrarî li herêmê çêke, piştgirî nedabûn referandumê.
Tirkîye û Îranê jî bi tirsa daxwaza heman rengî ya Kurdên nav tixubên wan, li hêla hikûmeta Bexda sekînîbûn û dijberî li derandumê kiribûn.
Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan îro dîsa gefan li Kurdên Îraqê kiribû ku ewê toleyên aborî yên ser wê herêmê zêdetir bikin.