Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Herêma Kurdistana Îraqê Dê di 30’ê Îlonê de Hilbijartinan Bike


Herêma Kurdisantana Îraqê ragihand ku hilbijartinên giştî wê di 30’ê Îlonê de werin kirin û serokwezîr Nêçîrvan Barzanî jî ew biryar erê kir.

Di dengdanê de hem endamên parlemanê, hem jî serokekî nû ya Herêma Kurdistanê dê werin hilbijartinan.

Divêbû hilbijartinên Herêma Kurdisantanê di 1’ê Mijdarê de bihatana kirin, lê jiber kêşeyên girêdayî referanduma serxwebûnê ya ligel Bexda, ew hilbijartin hatibûn paşxistin.

Di encama referanduma neserketî de, serokê berê yê herêmê Mesûd Barzanî neçar mabû ku dest ji kar berde û ji wê demê heta niha Nêçîrvan Barzanî wê erkê bi rêve dibe.

Hilbijartinên dawî yên parlemanê li Herêma Kurdistanê di 2013’an de hatibû kirin.

Hêjayî bîrxistinê ye ku li Îraqê û Herêma Kurdistanê, vê Şemîyê hilbijartinên giştî jî têne kirin. û encamên wê de li ser siberoja Kurdan girîng be.

XS
SM
MD
LG