Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Parlemana Herêma Kurdistanê Wê Dengdanê Ser Referandumê Bike


Parlemana Herêma Kurdistana Îraqê amadekarî dike ku îro Înê dengdanê li ser referanduma serxwebûnê bike û bingeheke qanûnî bide referandumê ku ji alîyê gelek dewletan vet ê rexne kirin.

AFP bal dikşîne ku Kurd di heman demê de di hişyarî de ne ku dibe lihevkirineke nû li ser referandumê pêk were û ew were paşxistin.

Washington dijberîya referandumê dike, bi sedema ku ew gav dê bandoreke neyênî li ser şerê dijî DAIŞ’ê bike.

Li gor karbidestên Kurd, Amerîka çend alternatîf pêşkeşî wan kirine û Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî jî ragihand ku ewê demûdest bersîva wan alterntîfan bidin.

"Gere ew alternatîfên baştir pêşkêş bikin, rêbertîya Kurdan jî wan alternatîfan binerxînin. Lê, eger ku bê alnernatîfên baştir paşxistina referandumê dixwazin, emê qebûl nekin," Barzanî got.

Hêjayî balkişandinê ye ku parleman di nav du salên borî de, cara yekê dicive û seroktîya Barzanî jî di sala 2015’an de, bi fermî bi dawî hatibû.

XS
SM
MD
LG