Hejmareke hemwelatî û çalakvanên sivîl, di bin Helmeta Dadperwerîyê de li hember parlamana Herêma Kurdistana Îraqê xwenîşandanek pêk anî.
Xwenîşandan li dor sozên parlamentaran û karkenarbûna (xanenișînîya) postên bilind û nedadwerî di prosesa hilbijartinan da hate kirin.
Rêxistinên ku beşdarî xwenîșandanê bûn, got ku berbijarên parlamana Herêma Kurdistanê her car sozên mezin didin gelê Herêma Kurdistanê, lê ti ji wan sozên xwe bi cîh nayînin.
Alî Mehmud, rêxistîyê xwenîşandanê got ku di 9 salên borî de bêtirî 20 caran wan xwenîşandan jibo serastkirina sîstema xanenișînî ya parlamanter û postên bilind pêk anîne.
“Di gera borî ya parlamanê de 11 berbijar soza wê yekê da hemwelatîyan ku ger bigehin parlamanê wê karê wan yê yekê serastkirina mûçe û xanenişînîya parlamanter û postên bilind be. Piștî ku ew bûne parlamenter, soza xwe bi cih neanîn û budceyeke mezin jibo partîyên xwe danîn.”