Endamê Encûmena Mamostayên Nerazî, Adil Hesen dibêje ku ewê xwepêşandanên xwe bidomînin, heta ku daxwazên wan bi cîh werin û hikûmet mûçeyên wan bi temamî bide.
"Em bi daxuyanîyên Nêçîrvan Barzanî yên ser karanîna dabançe û kêran li hember xwepêşandaran xembar in. Herkes dizane ku li Hewlêr û Duhokê hêzên ewlekarî dijî xwepêşanderan tundî û tûjî bi kar anîn."