Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Dengdana Referanduma Herêma Kurdistanê Didome


Dengdana referanduma serxwebûnê ya Herêma Kurdistana Îraqê, tevî bertekên herêmî û navnetewî îro Duşemê berdewam dike.

Navendên dengdanê di 08:00’ê sibê de vebûn û dê heta 18:00 vekirî bin. Encamên dengdanê dê heta 72 demjimêr werin eşkere kirin.

Dengdan li bajarên Hewlêr, Silêmanî, Duhok, Helebce, Kerkûk û herwiha li navçeyên Xurmatû, Xaneqîn, Mendelî, Celewla, Qeretepe, Şingal, Mexmûr, Tilkêf, Hemdanîyê, Şêxan, Zûmar, Rebîe, Nemrûd û Bertileyê bi rêve diçe.

Kurdistanîyên ku li derveyê welêt dijîn jî dikarin bi sîstema elektronîk dengên xwe bidin.

Hemwelatîyên Herêma Kurdistanê li bi giştî 12,000 navendên dengdanê başdarê referandumê dibin.

Komîsyona Bilind ya Hilbijartinê dîyar kiribû ku 5,200,000 kes xwedîyê mafê dengdanê ne.

XS
SM
MD
LG