Serokwezîrê Swêdê Ulf Kristersson dîyar kir ku wan Tirkîye jibo endamtîya NATO ser têkoşîn û hevkarîya dijî terorê qane kiriye.
Kristersson got ku ew dixwazin piştî endamtîya li NATO jî li ser sozên xwe bisekinin.
Li ser pirsa çi kir ku sekna Tirkîyê ya dijî endamtîya Swêdê biguhere, Kristersson dîyar kir ku temamê paketek wan wisa kiriye.
Rêberê Swêdî ser çalakîyên bi piştgirîya Kurdan û şewitandinê Quranê got ku her çiqas ew wan qebûl nakin jî ew li gor qanûnê ne.
Krissterson dîyar kir ku wî jî Serokomarê Tirkîyê re gotiye ku hikûmeta Swêdê bi ti awayî wan çalakîyan qebûl nake.
Swêd û Fînlandîya piştî şerê Rûsya û Ukrayna serî li NATO dabûn ku bibin endamên hevpeymanîyê.
Fînlandîya îsal bû endama 31’an ya NATO, lê Tirkîyê bi îdiaya ku Swêd mazuvanîya komên terorê dike demeke dirêj dijî endamtîya wî welatî sekinî.
Jêder: Reuters