Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Kristersson jibo Peyvajoya Ser Endamtîya li NATO Serdana Washingtonê Dike


Serokwezîrê Swêdê Ulf Kristersson û Wezîrê Derve Tobias Billstrom îro Çarşemê jibo qedandina peyvajoya endamtîya li NATO serdana Washingtonê dikin.

Swêd bi dayîna belgeyên fermî wê bibe endama 32’yan ya NATO û ewê dawî li 200 salên wê yên bê alî yên demên şer were.

Swêd û Fînlandîya piştî Rûsya dest bi dagirkirina Ukrayna kir serî li NATO dan ku bibin endamên hevpeymanîyê.

Rêberên Rojavayî dibêjin her çiqas Serokê Rûsya Vladimir Putin dixwest rê li ber firehbûna NATO bigire jî dagirkirina Ukrayna rê vekir.

Swêd, bi hêzên xwe yên deryayî û firokên şer yên Grip demên krîzan dikare di navbera welatên Atlantîk û Baltik de bibe welatekî stratejîk ya NATO.

Rûsya dîyar kir ku ewê ser endamtîya Swêdê ya li NATO hin tedbîrên teknîk û leşkerî bistîne, lê ti hûrgilî neda.

Stockholmê Gulana 2022’yan serî li NATO dabû ku bibe endam, lê Tirkîye û Macaristanê peyvajoyên wê dereng xistin.

Tirkîyê serê salê endamtîya Swêdê pejirand û serokê Macaristanê jî do Sêşemê endamtîya wê îmza kir.

Ajansa nûçeyan ya Swêdê, TT ragihand ku çaverê ye Macaristan roja Pêncşemê wê belgeyên ser endamtîyê bide rêvebirîya Amerîka.

Seba Swêd formalîteyên jibo endamtîya NATO temam bike divê li bendê be ku Macaristan belgeyan bide Washingtonê.

Jêder: Reuters

XS
SM
MD
LG