Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

YE jibo Kêşeya Penaberan Wê Civîneke Awarte Pêk Bîne


Penaberên Sûrî li nav Hungarya (Macaristan) xuya dibin
Penaberên Sûrî li nav Hungarya (Macaristan) xuya dibin

Wezîrên Navxweyî yên Brîtanya, Fransa û Almanya, jibo gotûbekirina kêşeya penaberên, ku bi hezaran ji wan ber bi Ewrupa ve diherikin, banga civîneke awarte dikin.

Wezîra Brîtanya Theresa May, yê Fransa Bernard Cazeneuve û yê Almanya Thomas de Maiziere do Yekşemê daxuyanîyeke hevbeş. Wan û bang li seroktîya demkî ya Yekîtîya Ewrupî, Luksemburg kir ku nav du hefte de civînekê amade bike.

Luksemburg got, ewê di 14ê Îlonê de banga kombûnekê li Brukselê bike ku Ewrupa bikare bersîvdaneke xurt ji kêşeya penaberna re bike.

Luksemburg da zanîn ku wezîrên navxweyî û dadê yên welatên endam dê pişikdarî li wê civîna awarte bikin.

Rêxistina Navnetewî ya Koçberî (International Organization for Migration/IOM) dibêje, îsal pirtir jî 322,000 koçber bi rêka deryayê, ji ser Îtalya û Yunanistanê giheştine Ewrupa.

IOM ragihandibû ku di demên dawî de 2,400 kes, de wê rêwîtîya xeter de jîyana xwe ji dest dane.

XS
SM
MD
LG