Bi hesretek mezin Kuba li benda serdana serokê Amerîka Barack Obama ye, hatiye pilankirin ku roja Yekşemê serok Obama dê bi serdanek 3 rojî here Kuba.
Ev serdan weke rûdanek dîrokî tê dîtin, nêzîkî 90 salan ev cara yekê ye, serokekî Amerîka bi şêweke fermî serdan welatê Kuba bike.
Calvin Cooldige serokê Amerîka yê berê di sala 1928 de serdana girava Kuba kir bu, serdana Obama dibe, cara duyan ku, piştî Calvin, weke serokê Amerîka serdana Kuba bike.
Tê çaverê kirin ku, Obama li gel serokê Kuba Raûl Castro civînan pêk bîne, mijarên sereke yên serdana Obama pirsa mafên mirov e, li welatê Kuba.
Herwiha Obama dê, di serdana xwe de, peyvek Televizyonî pêşkeşî gelê Kuba bike.
Piraniya welatiyên Kubanî bi hesretek mezin li benda serdana serokê Amerîka Barack Obama ne, ew dibêjin Obama yek ji serokên Amerîka ye, yên alîkarê gelê Kuba kiriye.
Welatiyên Kuba bi hêvîne ku, bi serdana Obama ambargoya abûrî ya ku, ev demek dirêje Amerîka liser Kuba danî, bi temamî bihê hilandin û rewşa wan baştir bibe.