Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Amerîka Îdiayên Ser Êrîşên Dijî Dîplomatên li Kuba Vedikole


Rex Tillerson
Rex Tillerson

Wezîrê Derve yê Amerîka Rex Tillerson dîyar kir ku ewê bo îdiayên ser êrîşên dijî 24 dîplomatên Amerîkî yên li Kuba panelekê ava bikin.

Tê îdia kirin ku di êrîşan de pêlên dengan hatine karanîn.

Di rûniştineke Senato de, Komarî û Demokratan dîyar kiribû ku Wezareta Derve ya Amerîka ser êrîşên dijî dîplomatên Kuba vekolînê nake û wezaret bi bêkêrîyê tawanbar kiribû.

Amerîka piştî êrîşan dîplomatên xwe ji Kuba vekişandibûn û 15 dîplomatên Kuba yên li Balyozxaneya Washingtonê jî ji welêt derxistibû.

Tillerson ji AP’ê re dabû zanîn ku ew bawer nake ku êrîş bi dawî bûne û jiber vê ew niha dîplomatên xwe naşînin Kuba.

Kuba îdiayên ser êrîşan red dike. Karbidestên Kuba didin zanîn ku FBI çar caran hatiye wî welatî, lê ti şopa êrîşên dijî dîplomatên Amerîkî nedîtine.

Dîplomatên Amerîkî yên li Havana bi êşên wek serêşî, giranbûna guh û bêtaqetî çûbûn nexweşxaneyan.

XS
SM
MD
LG