Li gor pêzanînên Wezerate Perwerde ya Tirkîyê (MEB) li herêma Kurdan jibo zarokên ku temenê wan 4-6 salî ne, rêjeya kursên Quranê li gor herêmên din herî zêde ye.
Li gor wezaretê rêjeya kursên Quranê û mizgeftan li 20 bajarên herêma Kurdan, wek Amed, Wan, Agrî, Çewlik û hwd. di rêjeya herî bilind de ye.
Tenê li Amedê 5 hezar kursên Quranê û 2014 mizgeft hene, lê jibo zarokan ku temênê wan navbera 4-6’an de ne, tenê 189 dibistanên maderî (kreş) hene.
Mele Mihemed Çetînkaya vê rewşê bi awayekî tund rexne dike û dibêje ku amanca dewletê bi ewqas mizgeft û kursên Quranê, ne fêrkirina ol e, lê asîmîlekirina Kurdan e.
“Kurd li gor rojavayê Tirkîyê zêdetir Misilman in, pêwîstîya rojavayê Tirkîyê bi wan mizgeft û kursan heye. Bila li wan deran kursên Quranê vekin. Heke dewlet pir hez dike bila zarokên Kurdan bi Kurdî perwerde bike.”