Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Ukrayna Daxwaza Zêdetir Çekan Dike


Belgium Russia Ukraine War NATO
Belgium Russia Ukraine War NATO

Ukrayna bang li rûniştvanên rojhilatê welatê xwe kir ku çendî bikarin ji herêmên şer derkevin, û bang li welatên Rojava kir ku çekan bişînin, ev jî piştî wê hat, dema ku hêzên Rûsyayê ji paytext Kîev vekişiyan û plan kirin ku êrîşî rojhilatê welat bikin.

Dagirkeriya Rûsyayê ya li ser Ukraynayê ku heta niha zêdetirî 6 hefte li pey xwe hiştin, li çi bajarên mezin yên Ukraynayê serkeftin bidest nexistîye. Rûsya niha giraniyê dide herêma Donbas ya li rojhilatê Ukraynayê ku piraniya şêniyên wê bi Rûsî diaxivin.

Wezîrê Derveyê Ukrayna Dmytro Kuleba li Brukselê daxwaz ji hevpeymanên NATO kir, ku pêtir çekan bide welatê wî da ku bikaribe rê li ber kirdarên hovane yên Rûsiya bigire.

Kuleba ji bo tevlî civîna wezîrên karên derve yên NATO'yê bibe ya li ser piştevaniya leşkerî ya ji bo Ukraynayê got, "Rojeva min gelekî zelal e, çek, çek, çek e".

Herwiha got, "Heta ku em hîn bêhtir çekan bistînin û zûtir bigihin Ukraynayê, dê zêdetir xelk bên rizgarkirin."

Hin welatên NATO'yê ditirsin ku ew ê paşî bibin armanca Rûsyayê, lê heta astekî xwe dûr ragirtîye û hesas tevdigere ku NATO rasterast nekin di nava şerekî bi Rûsya re. Lê Belê Sekreterê Giştî yê hevpeymaniya NATO'yê Yens Stoltenberg bang li welatên endam kir ku ne tenê çekên parastinê bişînin Ukraynayê belkê, hîn bêhtir çekan bişînin.

Wî got "Ukrayna şerê parastinê dike, lewma ev cudahiya di navbera çekên parastinê û çekên êrîşê de bi rastî jî wateyeke xwe nîne."

Welatên Rojava çekên dijî tank û dijî balafiran dane Ukraynayê lê dîsa jî dudilî heye ku balafirên şer an jî tankan bidin Ukrayna, an jî her çekek din ku hêzên Ukraynayê divê li ser wan werin perwerdekirin da ku bikaribin bi kar bînin.

Dema ji Kuleba hat pirsîn kanê welatê wî çî din dixwaze, wî got, balafir, fuze, wesayîtên zirxî û sîstema parastina esmanî.

Li aliyeke din, berpirsekî berevaniya Amerîkayê ku nexwest navê xwe eşkere bike diyar kir ku Rûsye tevahiya 24,000 leşkerên xwe yên li derdorê Kîev û Çêrnihevê û ji bo jinûve xwe birêxistin bikin, çûne Rûsya û Belarûsê dibe ku xwe amade dikin bo vegera şerekirinê li rojhilatê Ukraynayê.

Serokê Ukraynayê Vlodomyr Zelensky roja Çarşemê dabû xuyakirin ku Ukrayna ji bo şer amade ye.

Wî got, " Em ê şer bikin û em ê xwe venekişînin, hewila hemî bijardeyan didîn ji bo xwe parastinê, het ku Rûsya dest bi fikirîna cidî ya aştiyê bike. Ev der axa me ye. Ev pêşeroja me ye. Û em ê dest ji wan bernadîn."

XS
SM
MD
LG