Ajansa nûçeyan ya Reutersê ragihand ku Wezîrê Derve yê Rûsya Sergey Lavrov û hemtayê wî yê Ukraynî Dmytro Kuleba dê îro Çarşemê li Tirkîyê bicivin.
Reutersê agahîya civînê ji zarê Wezareta Derve ya Rûsya piştrast kir.
Bi vê civînê re ji destpêka şerê Rûsya û Ukrayna ve her du alî dê cara pêşî di asta bilind de kom bibin.
Kombûna wezîrên Rûsya û Ukrayna, bi pêşnîyaza Wezîrê Derve yê Tirkîyê Mevlut Çavuşoglu çêdibe û ew jî dê beşdarî civînê bibe.
Di danûstandinên şandeyên Rûsya û Ukrayna de heta niha ti pêşketin çênebûye.