Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Talîban Avahiyên Hikûmetê li Kunduz Kontrol Dike


Alayê Talîbanê li ser avahî li navneda serke ya bajarê Kunduz
Alayê Talîbanê li ser avahî li navneda serke ya bajarê Kunduz

KABUL – Endamê parlemena herêmî, roja Yekşemê ragihand ku Çekdarên Talîban dest bi ser avahiyên sereke yên hikûmetê da girtîye li bajarê Kunduz yê li bakurê rojhilatê Afganistanê, hêzên hikûmetê jî, niha kontrola bingehê xwe yê leşkerî û firokxana bajêr dikin.

Êrîşên Talîbanê berfireh bûne li vê dawiyê, û tevgera hêzên xwe li seranserî welat xurt kirine, piştî ku Amerîka ragihandî ku dê hemî hêzên xwe heta dawiya Tebaxê ji Afgansitanê vekişîne.

Roja Înê jî, Talîbanê ragihand ku piştî çendîn salan hêzên wan şiyan paytexta herêmî, Zaranj kontrol bikin ku nêzîk sinorê Afganistanê yê bi îranê re ye li başûr li herêma Nimroz.

Roja Şemiyê jî, Cîgirê Parêzgarê Jowzan gotbû ku çekdaran li derwûberên paytexta herêmî Şeberxan êrîş pêkanîne.

Peyvdarê hêzên ewlekariya Afganistanê got, "Şerekê çendî bêjî giran", li Kunduz rû dide. Hêzên Afganî bi hemî hêza xwe berevaniyê ji bajêr dikin, jiber strajîya bajarê, ku weke deriyê herêmên bakur ya zengîn bi saman û maadanan û girêdana bi Asiya navîn tê naskirin.

Lê endamekê parlemena herêmî gotiye ajansa Reuters, pirraniya avahiyên hikûmetê ketine jêr kontrola çekdaran ku nêzî 27,000 kes li wî bajarî dijîn û tirs heye ku avahiyên nû jî bikevin destên Talîban.

Amruddin Wali endamê parlemena Kunduz gotiye, "ji êvariya doh şerên giran qewimîne, hemî avahiyên hikûmetê ketine di dest Talîbanê de, tenê li firokxane û bingeha leşkerî li dij Talîbanê şer didomin, hêzên ewlekariya Afganî (ANDSF) li hember Talîbanê berevaniyê dikin."

Peyvdarê Wezareta Berevaniya Afganî Rohullah Ahmadzai li ser Facebookê gotiye, hêzên taybet gihane Kunduz û dest bi "operasyona paqijkirinê kirîye" da ku ofîsa ragihandinê ya hikûmetê vegerînin, piştî ku Talîbanê dest danîbû ser.

Berpirsê tendisrustiya Kunduz gotiye, 14 terim bo nexweşxanê hatine veguhastin, di nav de laşên jin û zarokan hene. Herwiha zêdetirî 30 birîndaran.

XS
SM
MD
LG