Di Kupaya Cîhanî ya Futbolê ya 2018’an de Fransa, Belçîka bi skora 1-0 têk bir û rabû fînalê.
Tîma din ya fînalê roja Çarşemê, di maça Xirvatistan û Brîtanya de dîyar bibe.
Di maça Fransa û Belçîka de, ku li St. Petersburg Arena ya Rûsya hate lîstîn, di deqîqeya 51’an de Fransa bi gola Samuel Umtiti skor kir 1-0 û maç wisa bi dawî bû.
Fransa bi vê golê, piştî 2006’an cara pêşî rabû fînalê.