Serîlêdana zimanê bijartî di 7 Rêşemîyê 2022’yan de li tevahîya Tirkîyê dawî bû. Di heman demê de dewra duyê ya fêrbûn û perwerde jî destpê kir.
Komel û rêxistinên Kurd radigîhînin ku di serlêdana zimanê bijartî ya Kurdî de herêma Kurdan di serî de hema hema li hemû bajarên Tirkîyê pirsgirêkên serlêdanê çêbûne.
Li paytexta Tirkîyê Enqerê jî malbatên ku çûne zimanê Kurdî bibijêrin di warê bijartinê de serketî nebûne. Sedema vê jî ew e ku gelek rêvebirên dibistanan ji wan re gotiye ku mamoste û derfetên din tunene ku dersên zimanê Kurdî pêşkêş bikin.
Di sala 2012’an heta vê demê ev derfet hebe jî lê HDP’ê cara yekê ye ku îsal wek kempeynek ew bizav bi rê ve bir.
Hevserokê HDP’ê yê Bajarê Enqerê Vezîr Coşkun ji Dengê Amerîka re nîrxand.
“Zimanê bijartî di sala 2012’an de hatibû destpêkirin. Di vê demê de pêkan nîn bû ku dersa zimanê Kurdî bê dayîn. Gelê Kurd jî bijartina dersa Kurdî ji xwe re wek heqeret didît. Daxwaza gelê Kurd ew bû ku zarokên wan hemû dersan bi Kurdî perwerde bibin. Jiber wê jî ew dem zêde eleqeyek nehat nîşandan.”
Parlak dîyar kir ku li tevahîya Tirkîyê bi taybet jî li gelek dibistanên Enqerê astengî hatine derxistin.
Rewşa Enqerê bi rastî xirab e. Gelek havalên me jibo zarokên xwe çûn ku serî lêdin, di formên zimanê bijartî de dersa Kurdî tunebûn. Lê di formên Wezareta Perwerde ya Tirkîyê de heye, dîyar dibe. Dîsa hin dibistanan ji hevalên me re got ku ew nikarin dersên Kurdî bidinm divê hun dersa wêne bibijêrin.”
Parlak bi berdewamî got ku ger bixwastana dikaribûn bo dersa Kurdî derfet çêkirana, lê xuya dibe ku naxwazin dersa zimanê Kurdî bidin.
Serokê HEZKURD’ê Suphî Ozgen jî pirsgirêkên got ku di warê teknîkû û îdeolojîk de hîn li hemberî perwerdeya zimanê Kurdî pirsgirêk hene.
“Ez bi sedan malbatan re peyîvîm û hin rêvebirên dibistanan re jî axifîm. Gelek dê û bav gilîyên xwe gîhandin me ku dibistan ji wan re gotiye ku ew nikarin dersên Kurdî pêşkêş bikin.
“Hin dibistan dibêjin mamostayê Kurdî tuneye, hinekên din bi zanabûn, jiber sedemên îdeolojîk naxwazin dersa zimanê Kurdî berdest be.”
Hêjayî bîrxistinê ye ku di sala 2012’an vir ve derfeta bijartina zimanê Kurdî heye. Lê, gelek malbatên Kurd dibêjin ku ev maf deh sal in ku di merîyetê de ye û malbat dipirsin gelo heta niha çima rêxistinên Kurd li ser vî mafî nesekinîne?