Gotûbêjên ser zimanê Kurdî li Tirkîyê didome. Li gorî Serokê Komela Hereketa Zimanê Kurdî (HEZKURD) Suphî Ozgen Meclîsa Tirkîyê li pêşîya zimanê Kurdî rê digire û astengîyan derdixe.
Komela Hereketa Zimanê Kurdî (HEZKURD) jibo ku zimanê Kurdî bi fermî were pejirandin di sala 2020'an de bi daxwaznameke serî li meclîsa Tirkîyê dabû.
Ozgen ‘dia dike ku armanca meclîse ew e ku vê daxwaza wan red bike, lê ewê heta li Dadgeha Mafê Mirovan ya Ewrupî li mafê xwe bigerin.
“Meclîsa Tirkîyê zimanê Kurdî wek zimanekî nedîyar dibîne, loma me bi daxwaznamekê serî li meclîsê da û ji bo çi wiha dikin bersîv xwest. Lê li gor hin agahîyên ku ketin destê me, wisa dixuye ku ewê daxwaza me red bikin. Em niha amadekarî dikin ku pêşî bibin Dadgeha Zagona Bingehîn ya Tirkîyê û ger li wê derê jî bersîveke erênî neyê, emê hîngê bibin Dadgeha Mafên Mirovan ya Ewrupî.”
Serokê HEZKURD’ê Ozgen bang li Kurdan jî dike û dibêje ku pêdivî ye ku Kurd xwedî li zimanê xwe derkevin.
“Temaşe bikin hem Meclîsa Tirkîyê û hem jî partîyên sîyasî yên Tirkîyê di her warî de rê li pêşîya zimanê Kurdî digirin. Ez dixwazim bangî Kurdan bikim ku dema ew werin ku ji wan deng bixwazin ji wan bipirsin ku wan jibo zimanê Kurdî çi kiriye? Heke bersîveke bi dilê we nehat, dengê xwe jî nedin wan.”