Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Partî û Platformên Kurd Dixwazin Kurdî Bibe Zimanê Perwerdeyê


Tora Ziman û Çanda Kurdî, Platforma Zimanê Kurdî, bi munasebeta roja zimanê dayikê jibo dest bi kempeyna îmzayê kir ku Kurdî bibe zimanê perwerdê.

Tora Ziman û Çanda Kurdî, Platforma Zimanê Kurdî jibo wê armancê li Amedê daxuyanîyek hevbeş da bîragiştî.

Hevserokê Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) Mîthat Sancar bi Kurdî gotarek pêşkêş kir û got ku divê Kurdî di qanûna bingehîn were nasîn û pejirandin.

Sancar bal kişand ser pişaftina ser zimanên li Tirkîyê û got ku xeterîyeke mezin li ser zimanan heye û polîtîkayên asîmîlasyonê ev welat kiriye wek goristaneke zimanan.

Mustafa Ozçelîk jî behsa doza girtina çar partîyên Kurdîstanî kir ku yek ji sedemên dozê daxwaza perwerdeya bi Kurdî ye.

Salîha Aydenîz, Bayram Bozyel û Mehmet Kamaç jî derheqa givaştinên ser zimanê Kurdî peyîvîn. Wan got ku divê Kurdî bi qanûnan were parastin û bibe zimanê fermî ya perwerdê ye.

Hun dikarin agahîyên zêdetir li ser fayla deng guhdar bikin.

KHF_02_22_21_Daxwaza _Perwerdeya_Kurdî
please wait

No media source currently available

0:00 0:04:56 0:00

XS
SM
MD
LG