Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Enqere Komxebata Ser Daxwaza Kurdan Hat Darxistin


Dîmeneke ji komaxebata “Kurd Çi Dixwazin?”ku ji alîyê Weqfa Yektî û Demokrasîyê û Komeleya (DEMBÎR-DER) li Enqerê hat darxistin, 12 Mijdar, 2022.
Dîmeneke ji komaxebata “Kurd Çi Dixwazin?”ku ji alîyê Weqfa Yektî û Demokrasîyê û Komeleya (DEMBÎR-DER) li Enqerê hat darxistin, 12 Mijdar, 2022.

Partîya Dad û Pêşvebirinê (AKP) jibo guhertina qanûna bingehîn di 2’yê Mijdarê de serdana Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) kiribû, lê ji alîyê din ve operasyon li ser operasyon çêkir û êrîşî herêmên Kurdan kir.

Çend roj berê jî Weqfa Demokrasî û Yekîtîyê û Komela Demokrasî û Yekîtîyê (DEMBÎR-DER) komaxebateke hevbeş ya bi navê “Kurd Çi Dixwazin?”li dar xist.

Di vê komxebatê de ser pêyvajoyeke çareserîya pirsgirêka Kurd hat gotûbêj kirin.

Serokê Giştî yê HUDA PAR’ê Zekerya Yapicioglu, Endemê Civata Rêvebirîya Biryara Navendî ya AKP’ê Orhan Mîroglu, Sîyasetvan Muhammed Dara Akar, Sîyasetvan Omer Vehbî Hatîboglu, Wezîrê Berê Muslum Dogan jî di nav de, 9 kes axifîn.

Tevî ku piranîya ji wan kesan serdana AKP ya HDP’ ê wek gaveke ji dil bi nav kir, hin beşdar vê serdana AKP’ê gaveke ji dil nanirxînin.

Yek ji wan kesan Mehmet Çetînkaya ye ku di nava bîragiştî de wek Mele Mihemed tê zanîn.

Mele Mihemed hem ola Îslamê hûrûkûr dizane û hem jî rewşa desthilatîya AKP’ê ji nêzve dişopîne.

Çetînkaya bawer nake ku bi vê serdana AKP’ê dest bi pêyvajoyeke nû ya çareserîyê bike.

“Dibe ku dîmenên vê serdanê erênî xuya bikin, lê gava mirov li bingehê binêre, ez vê serdanê ji dil nabînim. Bawer nakim ku di vê serdanê de pêyvajoyeke nû jî were destpêkirin. Wan Kurdan (HDP) wek terorîst bi nav dikirin, ma çi bû ku HDP li derveyî vê nêrînê de dîtin. Ew dibêjin qey Kurd nezan in, lê yê ku semene ew in.”

Di dema berê de jî ti kesî bawer nedikir ku pêyvajoya çareserîyê bihata dawî kirin. Mele Mihemed bal dikşîne vê yekê û dibêje ku dewlet dest ji dijmîntîya Kurdan bernade.

“Li pêş Xuda di navbera Kurd û Tirk, yan jî neteweyekî din de ti ferq tuneye. Lê, li Tirkîyê Kurd tune têne hesibandin; mafên wan têne binpê kirin. Îslama ku li Tirkîyê tê karanîn ne Îslama Quranê ye. Li Tirkîyê Îslam xistine bin xizmeta Tirkbûnê. Lê, Xwedê bo Tirkan çi dixwaze heman tiştî bo Kurdan jî dixwaze.”

Sîyasetvanê Kurd Dîyadîn Firat jî vê serdana AKP’ê wek gaveke erênî bibîne jî hine fikarên wî hene.

“Operasyon ser operasyonan têne çêkirin. Kurd aştî dixwazin, lê ew êrîşê Kurdan dikin. HDP li partementoyê partîyeke rewa ye û koma wê heye. Ev serdan yekser nayê wateya pêyvajoyeke nû. Li vê derê ji xwe ne pêkan e ku em bêjin; hatin em dîtin û em her tiştê xwe bidin destê wan. Tiştekî wisa nabe. HDP xwedî sazuman û lijneyan e. Piştî ku vê yekê di nav sazîyên xwe de binîrxîne, wê biryara bide.”

Hun dikarin tevahîya raportê ji ser lînka jêrîn guhdar bikin:

Rewşenbîrên Kurd Sîyaseta AKP’ê Rexne Dikin
please wait

No media source currently available

0:00 0:05:47 0:00
XS
SM
MD
LG