Mahsunî Karaman, parêzerê Selahettîn Demîrtaş hevserokê berê yê Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP), ragihand ku wî jibo berbijartîya bajarvanîya Amedê ya Partîya Wekhevî û Demokrasî ya Gelan (DEM Partî) serî li wê partîyê daye.
Mahsunî Karaman biryara xwe ya ser berbijarîyê ser medyaya civakî ragihand.
Karaman dîyar kir ku Amed di dilê Kurdan de li cihekî taybet e û kevneşopîyeke wê heye û ew jibo parastina wê serî li DEM Partî dide ku bibe berbijar.
Wî bi Kurmancî û Zazakî hêvîyên xwe yên ser serketinê ser malpera X'ê nivîsî û jibo berbijarên din jî serketin xwest.
DEM Partî vê hefteyê ragihandibû ku ewê li hin bajar û bajarokên li rojavayê Tirkîyê jî berbijaran derxe û navên hin cihan eşkere kiribûn.
Jêderên DEM Partî dîyar dikin ku ewê jibo berbijarên li bajar û bajarokên li rojhilatê Tirkîyê jî serê salê pêşhilbijartinan li dar bixin.
Rêvebirîya DEM Partî dîyar dike ku ewê delegeyên partîyê di pêşhilbijartinê de dengên xwe bidin.
DEM Partî jibo berbijarîyan wê heta 27’ê Berfanbarê li benda serlêdanan be.