Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Di Pevçûnên Navbera Hêzên Kurd û Çekdarên Alîgirên Tirkiyê de 37 Kes Hatin Kuştin


John Bass û Hakan Fidan
John Bass û Hakan Fidan

Çavkaniyek ji Wezareta Derve ya Tirkiyê roja Pêncşemê ragihand, ku karbidestên Tirkiyê dê di hevdîtinên vê hefteyê yên li Enqerê de ji Cîgirê Wezîrê Derve yê Amerîka John Bass re bibêjin ku divê Sûriye ji komên terorîst were paqijkirin da ku aramî û ewlehiyê pêk bîne.

Serdana Bass ya du rojan (9 û 10 Rêbendan)ê di demekê de pêk tê, ku Tirkîyê bi domdarî gefan dixwe ku ew dikare li bakurê rojhilatê Sûrîyê dijî Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) operasyoneke leşkerî ya derveyî sînor bide destpê kirin, ger daxwazên Enqerê pêk neyîne.

Piranîya bakur û rojhilatê Sûrîyê di destê HSD de ye, hevpeymanîyek e ku şervanên Kurd pêşengîyê dikin.

Yekîneyên Parastina Gel (YPG) pêşengîya HSD’ê dike ku di têkoşîna dijî Dewleta Îslamî (DAIŞ) de hevbenda serekî ya Amerîka ye.

Enqere YPG’ê wek komek giredayê Partîya Karkerên Kurdistan (PKK) re dibîne wek û wek terorîst pênase dike, û dibêje divê HSD çekan deyne û belav bibe.

Li Enqerê roja Pêncşem û Înê, Bass wê bi cîgirên wezîrên derve yên Tirkîyê re hevdîtinan pêk bîne, ku li gor jêderê Tirk wê rojev Sûrîyê be.

Heman jêderî got ku tê çaverêkirin ku di hevdîtinan de " gavên jibo pêkanîna aramî û ewlehîyê li Sûrîyê û piştgirîkirina avakirina hikûmeteke berfireh werin gotûbêj kirin".

"Bêguman tê çaverêkirin ku Tirkiyê bi xurtî dubare bike ku jibo vê yekê pêwîst e welat ji pêkhateyên terorîst were paqijkirin," wî got,

Herwiha wê şandeyên Amerîkî û Tirk li ser berfirehkirina rakirina hin toleyên Amerîka yên li ser Sûrîyê jî gotûbêj bikin.

Enqere gelek caran daxwaz ji hevalbendê xwe yê NATOyê Washingtonê kiriye ku dawî li piştgiriya jibo HSDê bîne.

Enqerê bi berdewamî êrîşan dibe ser kurdan û hin beşên axa bakurê Sûriyê kontrol dike.

Washington hevkarîya bi HSD’ê re jibo şerê dijî DAIŞ’ê girîng dibîne û dibêje ku operasyonên Tirkîyê yên li bakurê Sûrîyê xeterîyê çêdikin.

Amerîka dibêje ku li Sûrîyê 2 hezar serbazên wê hene, jibo niha vekişînê nanirxîne û hevkarîya wê ya bi HSD’ê re didome.

XS
SM
MD
LG