Rêxistina Mafên Mirov ya Hengaw ragihand ku Îranê roja Duşemê welatiyê Kurd yê bi navê Siyamend Ostowar li girtîgeha Erdebîl îdam kir.
Siyamend yê 40 salî xelkê gundê Danguz yê bajarê Bûkanê ye.
Di heman demê de Rêxistina Mafên Mirovan HANA jî tekez kir ku ew du sal berê bi tometa madeyên hişber di zindana bajarê Erdebîl de hatiye girtin û ji aliyê Dadgeha Şoreşê ya bajêr ve cezayê darvekirinê lê hatiye birîn.
Li gor rêxistinên mafên mirov, Ostowar bavê du zarokan e û di medyaya Komara Îslamî ya Îranê de, bi taybetî di medyayên nêzîkî dezgeha dadweriyê de, ti nûçeyek derbarê bidarvekirina wî nehatiye belavkirin.