Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Mesrûr Barzanî Nîgeranîya Xwe li dor Bûyerên Helebê Nîşan Dide

Serokwezîrê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Masûr Barzanî
Serokwezîrê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Masûr Barzanî

Serokwezîrê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li ser bûyerên Helebê nîgeranîyeke kûr nîşan da û ji bo çareserkirina pirsgirêkan daxwaza diyalogê kir. Mesrûr Barzanî li ser platforma X’ê daxuyanî da.

Serokwezîr Barzanî di daxuyaniyê de got, "Erîşên ser Kurdan bi armanca guhertina demografîk a herêmê û gefa li ser jiyana sivîlan, desthilatdariya Şamê û wijdana civaka navneteweyî dixe jêr pirsê."

Wî got, "Şer û tundûtûjî dê ti pirsgirêkên bingehîn çareser nekin. Divê tu behane ji bo paqijkirina etnîkî neyê dayîn. Êrîşên li ser taxên Kurdan li Helebê me pir xemgîn dike."

Di daxuyanıya roja Pêncşemê de, Wî bang li aliyan kir ku sebra xwe control bikin da ku "jiyana welatiyan bihê parastin û ji bo çareserkirina pirsgirêkan serî li diyalogê bidin.

Wi got, ew hêvîdar in ku "desthilata heyî ya li Sûriyê di asta berpirsîyarîyê de be û hikûmetek demokratîk û berfireh, ji bo hemî Sûriyan be."

Ji roja Sêşemê ve bi hezaran xwecihên taxên Kurdan ên Helebê neçar mane ku ji malên xwe birevin.

Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) dibêje ku komên artêşa Sûriyê rêkeftina ku di navbera herdu aliyan de heye binpê dikin. Hikûmeta Sûriyê jî, HSD’ê bi destpêkirina şer li Helebê tawanbar dike.

XS
SM
MD
LG