Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Di Panela Taybet de Bandora Peymana Lozanê ya Ser Kurdan Hat Nirxandin


Kongreya Kurdistanîyên Dîyaspora (KDC) bi sernavê “Sedsalek Piştî Peymana Lozanê” panelek li bajarê Lozanê li Swîsreyê li dar xist.

Mijar bi piranî li ser piştî 100 salan ji îmzakirinê, bîr û nêrînên cihê yên li ser Peymana Lozanê bû û di panelê de bandorên Peymana Lozanê û bandora wê ya îro jî li ser Kurdan hat nîqaş kirin.

Konferans bi beşdarîya hejmarek ji kesîtîyên sîyasî yên navdar destpê kir û çend mijar hatin gotûbêj kirin ku dabeşkirina Kurdan ya nava çend welatên Rojhilata Navîn û bandora peymanê ya ser Kurdan hebûn.

Pirsa serekî ya konferansê ew bû ku niha Kurd bi xwe dikarin çi bikin ku bûyerên sed sal berê dubare nebin.

Sîyasetvanên Kurd yên wek Mistefa Hicrî, Sekreterê Partîya Demokrata Kurdistana Îranê, Mela Bextîyar ji Yekîtîya Nîştimanî ya Kurdistanê, Hoşyar Zêbarî ji Partîya Demokrata Kurdistanê û Osman Baydemîr ji HDP'ê beşdarî konferansê bûn.

Mela Bextîyar di axaftina xwe de bal kişand ser mijarên wekî kolonyalîzm, Kemalîzm û serdema Bolşevîkan.

Hicrî bi kurtî behsa dîroka Peymana Lozanê kirû got ku divê Kurd ji dîrokê şîretan wergirin.

”Dema Kurd biryarên hestîyar didin, divê li kiryarên xwe yên berê binêrin û çiqas bandor li hêzên cîhanê kirine. Helbet bi netew û welatên din ve girêdayî ye. Kurdan bi xwe jî bi qasî Peymana Lozanê xwe xwe parçe kirine û ji pêvajoya parçebûnê ders dernexistine.”

Derbarê pirsa yekrêzîya Kurdan de jî Hicrî bal kişande ser girîngîya yekrêzîyê.

“Yekgirtin nayê wê wateyê ku hemû alîyên sîyasî bibin yek, yekrêzî tê wateya qebûlkirina hev û guhdarîkirina nêrînên cuda."

Endamê payebilind yê HDP'ê Osman Baydemîr jî got ku dive Kurd berê her tiştî navê pirsgirêkên xwe bi zelalî dîyar bikin.

“Jibo ku nexweşîyek were derman kirin, divê navek ji wê re were danîn. Ev konferans gelekî girîng e, jiber ku divê em weke Kurd îro vê konferansê binirxînin, jiber ku Kurd hîn jî bi gelek pirsgirêkan re rûbirû ne û dema ku em navekî ji van pirsgirêkan re bibînin, em dikarin çareserîyan jî bibînin."

Baydemîr di dawîyê de got ku divê her çar parçeyên Kurdistanê ji alîyê welatên cîran ve neyên xapandin.

“Dibe ku em sedsaleke din nikaribin sînoran rakin, lê divê em di dil û mejîyê xwe de sînoran rakin," Baydemîr got.

Hoşyar Zêbarî ji bal kişande ser dîrokê û bi kurtî li ser sibêrojê axifî.

“Biryara hilbijartinên sala 1992'yan biryareke bi tevahî Kurdistanî bû û hemû welat li dijî wê bûn, heta ewên ku piştevanîya me dikirin, lê me rîsk girt û biryara rast da.”

Zêbarî derbarê şerê navxweyî yê sala 1994-1998'an li Herêma Kurdistana Îraqê jî got ku wan di nav wan da şerê navxweyî jî di nav de gelek pirsgirêkên herêmê çareser kirine.

Wî bang li sîyasetvanan kir ku xwedî li destketinan derkevin.

“Tiştê ku me ava kir, hun wêran nekin. Divê Kurdên li dîasporayê jibo ku bandorê li polîtîkayên welatên ku lê dijîn bikin, bixebitin.”

Hêjayî balkişandinê ye ku di Konferansa Lozanê de lihevkirinek hebû ku divê Kurd guh bidin hev û bala xwe bidin sibêrojê.

XS
SM
MD
LG