Di 9ê mehê de Wezîrê Karê Navxwe yê Tirkiyê Efkan Ala, di daxuyaniyek de got li Cizîrê operasyon temam bûye xendek tên girtin lê navçeyên di dorê de Hezex û Nisêbînê ne.
Piştî daxuyaniya Efkan Ala, ji 1125 mamosteyên ku li Hezexê wezîfedarin, peyam hat hinartin. Di peyamê de ji mamosteyan re hat gotin herêmê terk bikin û herin bajarên weke Erzirom, Stembol û Rizeyê.
Beriya qedexên li ser Cizir û Silopiyê heman tişt ji mamosteyan wan herêman re hatbû gotin. Xelkê herêmê jiber tecrûba Cizîr û Silopê beriya qedexê dest bi koçê kirin.
Şaredarê Hezex(Îdilê) Mehdî Aslan li ser rewşa dawî ya navçê ji Dengê Amerîka re axivî û got "Ji Nisêbîn û Cizîrê bi hezaran kes hatin Hezexê û li vir bûn mêvanên xizmên xwe. Lê piştî peyama ku ji mamosteyan re hatî, hem mêvan û hem mazûvan tirsiyan jiber ku, rewşa Cizîrê bi çavê xwe dîtin. 90% rûniştvanên navçê beriya qedexê çûn bajar, gund û navçeyên derdorê."
Mehdî Aslan da zanîn li taxên Yeni Mahalle û Turgut Ozalê xendek hene û ji dohî ve li wir pevçûnên giran hene.
Temamiya raporê di fayla deng de ye.