Medya fermî ya hikûmeta Tirkiyê dibêje roja çarşemê di encama êrşên esmanî de bi kêmî 20 şervanên PKK hatine kuştin, êrîş bi riya firokên cengê yên ji curê F16 li dij bingehên şervanên kurd li bakurê Îraqê pêkhatine.
Firokên cengê yên tirkî F16 li dij benghê şervanên PKK yên li herêma çiyayên Xwekurk yên li ser sînorê Tirkiye û Îraqê pêkhatine, weke çavkaniyên mediya tirkî dibêjin.
Wek tê zanîn ev êrîşa yekeme ji aliyê artêşa hikûmeta Tirkiye ve li dijî serhildayên kurd piştî darbeya leşkerî ya 15 Tîrmehê.
Ji aliyek din ji paytext Enqere hat ragihandin ku, serokomar Recep Tayip Erdogan gihaye bajarê Enqerê û civînan li gel berpirsên dewletê encam dane, tê gotin ku ewê biryarên giring derheqa guherîna destur û rewşa piştî darbeya leşkerî bistîne.