Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Reaksyonên Navxweyî û Herêmî li Hember Êrîşên ser Kurdên Rojava

Dîmenek ji xwepêşandanên bajarê Amûdê, 20/1/2026. Wêne: Arta FM
Dîmenek ji xwepêşandanên bajarê Amûdê, 20/1/2026. Wêne: Arta FM

Piştî raportan dan xuyakirin ku civîna roja Duşemê ya li paytexta Sûriyê Şamê di navbera serokê demkî yê Sûriyê Ehmed Şeri’ û fermandarê Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) Mazlum Ebdî de bi encamên neyênî bidawî bû, komên çekdar yên girêdayî Artêşa Erebî ya Sûrî êrîşên xwe li herêmên Reqa, Kobanîyê û Hesekê li berdewam kirin.

Dîmenên ku di medya civakî de û ji alîyê HSD'ê ve hatin weşandin, dîmenên xemgîn yên kuştin, girtin û biçûkxistina şervanên HSD û sivîlên Kurd yên li wan herêman dijîn ku hêzên hêzên hikûmeta demkî dabûn nîşan dan.

Derbarê wan êrîşan, reaksyonên gelek alîyên herêmî û navxwe yên Sûrîyê derketin holê.

Malperên naskirî yên girêdayî herêma Suweyda û Durziyan îro Sêşemê ragihandin ku ew bi civaka Kurd re ne, ku neçarî çek hilgirtinê bûne li dijî erîşên berdewam yên Artêşa Erebî ya Sûrî ser herêmên wan û "bi gelê Kurd re li bakur û rojhilatê Sûrîyê hevsoz in."

Di heman çarçoveyê de Elewîyên li berava rojavayê Sûrîyê pesna helwesta Kurdan didin ku neketin jêr barê şert û mercên hikûmeta demkî ya Sûrîyê ya ku dixwaze Kurdan bê maf û bê desthilat bihêlin.

Civaka Elewî li Amerîka ser destpêka êrîşên hêzên Sûriyê li Helebê û gundewarên wê yên ser Kurdan daxuyanîyeke piştevanî weşand û got, "Em hevxemîya xwe ya bêdawî bi xwişk û birayên xwe yên Kurd re didin diyar kirin, em dibînin ku ev civak çawa bi êrîşeke hovane ya ji alîyê komên çekdar yên hevalbendên hikûmeta demkî ya defakto ya Sûrîyê ve rû bi rû dimînin."

Li ser sînorê di navbera Rojava û herêmêm Kurdî yên li Tirkîyê de, bi taybet di navbera Qamişlo û Nisêbînê de alozî dom dikin û hejmarek welatîyên Kurd ji derîyê sînor derbasî Qamişlo bûne, da ku piştevaniya xwe bo Kurdên Rojava diyar bikin û êrîşên ser Kurdan şermezar bikin.

DEM Partî, ku partiya herî mezin ya nûnertiya Kurdan li parlamentoya Tikrîyê dike, dibêje ku heta dawîyê ewê li pişt Kurdan li Rojava rawestin.

Bi meşeke girseyî îro Sêşemê, DEM Partî li bajarê Nisêbênê daketin kolanan. DEM Partî ser platforma X'ê de got, "Em li dijî êrîşên li ser Rojava bi gelê xwe yê Nisêbînê re ber bi sînor ve dimeşin."

Li bajarên Herêma Kurdistana Îraqê wekî Silêmanî, Hewlêr, Duhok, Zaxo, Kelar û bajarokên din, şeva borî heta îro Sêşemê welatî di meş û xwepêşandan de bûn ji bo piştevanîya Kurdên Rojava û êrîşên ser gund û bajarên wan.

Serokê Yekîtî Niştîmanî Kurdistan, Bafel Talebanî, îro Sêşemê helwesta partîya xwe li hember bûyerên li Sûrîyê dibin nîşan da û got, " Tiştên ku li Sûrîye û Rojavayê Kurdistanê diqewimin nayên qebûlkirin û divê werin rawestandin. Em van kiryarên hovane yên li dijî gelê Kurd bi tundî şermezar dikin.”

Talebanî got, "Gelê Kurd bêdeng namîne. Rojava di şerê li dijî DAIŞê de bi hezaran kur û keçên xwe winda kirin, cîhan parast û bedelên giran da. Ew hêjayî rêz, rûmet û parastina rastîn in. Ez bang li Amerîka û gelê Amerîkayê dikim ku bê dudilî û bi berpirsîyarî tevbigerin da ku sivîlan biparêzin û aramîyê vegerînin."

Di heman çarçoveyê de piranîya berpirsên alîyên siyasî û civakî yên Herêma Kurdistanê daxuyanî dan û amadekarîya xwe nîşan da ku berevanîyê di ber Kurdên Rojava de bikin û li hember êrîşên Artêşa Erebî ya Sûrî rawestin.

XS
SM
MD
LG