Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Reşnîvîsa Peymana Civakî Jinûve Bo Rêveberîya Bakur û Rojhilata Sûrîyê Tê Nivîsîn


Encûmana Giştî ya Rêveberîya Bakur û Rojhilata Sûrîyê
Encûmana Giştî ya Rêveberîya Bakur û Rojhilata Sûrîyê

Bi Firehbûna xaknîgarîya Rêveberîya Xweser û tevlîbûna navçeyên ji Rêxistina DAIŞê hatî rizgarkirin Encûmana Giştî ya Rêveberîya Bakur û Rojhilata Sûrîyê dît hewce bi peymaneke civakî ya nû heye, ku hemû pêkhateyên Bakur û Rojhilata Sûrîyê tê de xwe bibînin, ku peymana civakîya berê bi tenê ji alîyê sê herêmên Rêveberîya Xweser de hatibû nivîsîn.

Hevserokê Encûmana Giştî ya Rêveberîya Xweser Ferîd Etî li ser nivîsîna reşnîvîsa peymana civakî ya nû axivî û got jiber em derbasî qunaxeke nû bûne hewce bi peymaneke civakî ya nû heye .

Reşnîvîseke Peymana Civakîye Nû jibo Rêveberîya Bakur û Rojhilata Sûrîyê Dê Bê Nivîsîn
Reşnîvîseke Peymana Civakîye Nû jibo Rêveberîya Bakur û Rojhilata Sûrîyê Dê Bê Nivîsîn

Jibo nivîsîna reşnîvîsa peymana civakî ya nû Ençûmana Giştî dê komîtekê ji 150 endamî avabike ku ji hemû pêkhateyên Bakur û Rojhilaya Sûrîyê dê pêk bê, ku tê dê tevgera jinan, rêxistinên civaka sivîl, ciwan û hêzên sîyasî cih digirin.

Hevserokê Encûmana Giştî da zelalkirin û got ku bi tenê wan hejmara endamên komîtê dîyar kirîye bê ku wan kesan bi nav bikin an hilbijêrin "Em dê demoqiratîya lihevahtî birêve bibin jiber ku kêm netew jî dikaribin di reşnîvîsa peymana civakî de beşdar bin."

Etî di berdewambûna axavtina xwe de tekez kir û got "Piştî erêkirina li ser peymana civakî ya nû wê hilbijartin bên lidarxistin û encûmaneke cîbicîkar ya nû bê avakirin."

Komîta nivîsîna reşnîvîsa peymana civakî ya nû ji 30 endamên ji Rêveberîya Xweser, 30 ji partîyên sîyasî, 30 ji rêxistinên civaka sivîl, 20 ji tevgera jinan,10 ji ciwanan, 14 teknoqirat, 8 pişdarî(quota), 2 ji Êzîdîyan û 6 ji hevserokên Encûmana Giştî û Cîbicîkar û Meclîsa Adaletê dê pêk bê.

Raporta Reqa 22 06 2021
please wait

No media source currently available

0:00 0:04:10 0:00

XS
SM
MD
LG