Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hîkmet Acat: Divê Kurd bi Zimanê Xwe Bên Perwerde Kirin


Kurdish Teacher In Nisêbin in Turkey
Kurdish Teacher In Nisêbin in Turkey

Li navçeya Nisêbînê bi pêşengiya Şaxa KURDÎ-DER û Nûnertiya Egîtîm Sen a Nisêbînê “Dibistana Seretayî ya Ehmet Bayhan” roja şemiyê hatibû vekirin, li ser biryara Midûriyeta Perwerdehiya Milî ya Mêrdînê bi behaneya “Dibistan bê destûr hatiye vekirin û çalakî lê tên meşandin bê destûr e” ji aliyê polîsan ve hate mohkirin. Nûnerên KURDÎ-DER û Egîtîm Senê jî destnîşan kirin ku wan carek din dît ku zimanê wan hatiye qedexekirin û ew vê biryarê rast nabînin û nas nakin.

Dengê Amerîka ligel Serokê KURDî-DER Hîkmet Acat, hevpeyvînek derbarê girtina vê dibistanê de pêk anî.

Acat got:“Çawe yêkî îngilîz, yêkî Arab, yêkî Tirk zarokên xwe bi zimanê zikmakî perwerde dike, em Kurd ji dixwazin zarokên xwe bi zimanê wxe yê zikmakî perwerde bikîn.”

Hûn dikarin bi riya lînka jêrîn guh bidin vê hevpeyvînê.

Hîkmet Acat
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:55 0:00

XS
SM
MD
LG