Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Doza Zarokê Kurd Berkîn Elvan li Îstenbul'ê Hat Dîtin


Piştevanî bo doza zarokê Kurd Berkin Elvan li Stenbulê
Piştevanî bo doza zarokê Kurd Berkin Elvan li Stenbulê

Roja Înê li Dadgeha Çaglayan ya Îstenbul’ê runiştina doza zarokê Kurd Berkîn Elvan hat dîtin.

Elvan’ê 14 salî di dema xwepêşandanên "Parka Gezî" yên 2013'an de ji alîyê polîsan ve bi bombeya gazê hatibû birîndar kirin û piştî 269’an rojan jî Elvan li nexweşxaneyekî Îstenbul’ê jîyana xwe ji dest dabû. Runiştîna doza wî do li Îstenbul’ê hat dîtin.

Berîya destpêkirina runiştina Elvan hin parlementerên Partîya Demokratîk a Gelan (HDP) û Partîya Gel a Komarî (CHP), parêzer û malbata Elvan daxuyanîyek dan.

Di daxuyanîyê de hat gotin ku li Tirkîye kujer û sucdar têne parastin û banga edaletê ji Elvan û hemî kesan re hat xwestin.

Piştî daxuyanîyê jî doza Berkîn Elvan destpê kir û heta derengîya êvarî dom kir. Di runîştina dozê de malbat û parêzerên Elvan amadebûn û polîsê tawanbarkirî Fatîh Dalgali jî bi rêya sîstema deng û dîmen (SEGBÎS) ji Wan’ê tevlî darizandinê bû.

Bi berdewamî jî piştî axaftina parêzer û malbata Elvan û parastina polîs Fatih Dalgali dadgehê navber da darizandinê.

Heyeta dadgehê piştî navberê jî biryara xwe ragihand û heyete jiber sûcê kuştina bi zanebûn cezayê muebbetê da polîs Fatîh Dalgalı. Piştre jî ev ceza daxist 16 sal û 8 mehan. Lê biryara girtinê jibo Dalgalı nehat dayîn û tenê qedexeya derketina derveyî welat li ser wî hat danîn.

Dîya Berkîn Elvan Gulsum Elvan jî li hember 16 sal û 8 meh cezayî û negirtina polîs Fatih Dalgali got ku "Heya ku ew neye girtin ez nasekinim."

Parêzerê malbata Elvan, Can Atalay jî biryara dadgehê nirxand û daxwaza girtina polîs Fatîh Dalgali kir û wiha got.

"Berkîn Elvan berîya 8 salan hat birîndar kirin û berîya 7 salan jî jîyana xwe ji dest da. Piştî 8 salan ev biryar girîng e. Ev biryar di dîroka Tirkîyê ya salên dawî de biryara herî girîng e. Ev biryar li alîyekî ve jî kêm e. Jiber ku dadgehê biryara girtina Fatîh Dalgali neda."

Raporta Stenbulê 19 06 2021
please wait

No media source currently available

0:00 0:02:30 0:00

XS
SM
MD
LG