Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serokê Hakparê Fehmî Demir di Qezaya Trafîkê de Jiyana Xwe Ji Destda


Fehmi Demir

Serokê Giştî yê Partiya Maf û Azadiyê (Hakpar) Fehmî Demîr, roja yekşemê li ser rêya Mersînê di qezayek trafîkê de jiyana xwe ji dest da.

Fehmî Demir di sala 2014î de bû serokê giştî yê Hakparê û di hilbijartinên 7ê Heziranê û 1ê Mijdara bê de, namzede Hakparê yê Amedê bû.

Sîyasetvanê Kurd Bayram Bozyel, jibo Dengê Amerîka behsa Fehmî Demir dike "Mirovên wek Fehmî Demir zû bi zû nagijîn jiber ku, tecruba siyaseta gelê Kurd li dibisatanan nayê hîn kirin. Mirovek dozê bû û di hereketa Kurd ya legal de mirovek xwedan tecrûbeyê 25 salan bû"

Kurtejiyana Fehmî Demir

Fehmî Demîr, 58 salî bû û bavê çar zarokan bû. Ew Kurdên Anatolyayê, ji navçeya Cihanbeyliyê ya Konyayê bû. Ji binemalek welatparêz tê. Kekê wî Yilmaz Demir 1984'an de, di hepsa Diyarbekirê de jiber îşkencê jiyana xwe bi dawî tîne.

Fehmî Demir 1990î de di nav xebata avakirina Partiya Keda Gel (HEP)ê cî girt bû. Piştî HEP hat girtin, bû Cîgirê Sekireterê Giştî yê DEPê.

Ew Damezrînerê Partiya Demokrasî û Guhertin (DDP), Partiya Demokrasî û Aştiyê û Partiya Maf û Azadiyan (Hakpar) bû.

Birêz Demir 2014î de piştî Kemal Burkay bû Serokê Giştî yê Hakparê.

Di Hilbijartina Giştî ya 7ê Hezîran û 1ê Mijdarê de namzede Hakparê yê Amedê bû.

Di rapora deng de gûhdarî bike.

please wait
Embed

No media source currently available

0:00 0:07:18 0:00

XS
SM
MD
LG