Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Qedexa li Ser Farqînê di roja 7'an de ye


Farqin City
Farqin City

Li navçeya Farqînê ya girêdayî Amedê heft rojin, li hersê taxên (Mescîd, Tekel û Konak) jiber xendekan qedexeya derketina derve hat îlan kirin û di nav heft rojan de 5 kes hatin kuştin.

Li gorî agahiyên dawî îro roja Dûşemê, li taxa Ferîdonê qehwexaneyek hat gulebaran kirin û rûniştvanek taxê bi navê Mehmet Yavuz hat kuştin û 3 kes jî birîndar bûn.

Jiber rewşa aloz ya bajêr şandek ji HDPê îroj giha Farqînê.

Dîmenek ji Bajarokê Farqîn
Dîmenek ji Bajarokê Farqîn

Parlamentera HDPê ya Amedê Caglar Demirel ku niha li Faqrînê ye dibêje çar aliyên navçê bi tanq û topan hatiye dorpêç kirin û hemî rê hatine girtin. Ew nikarin herin hewara rûniştvanên her sê taxên ku qedexa derketinê liser wan tê berdewamkirin.

Demirel dibêje"Em çûn qehwexaneya ku hatibû gulebaran kirin bi mebesta rakirina termê Mehmet Yavuz yê ku, di gulebarana hêzên ewlekariya Tirkîyê de jiyana xwe jidest dabû, lê polîsan gule reşandin derdora me jî. "

Hevserokê HDPa Amedê Omer Onen ew jî tevî şandê giha bû Farqînê got "rewşek pir xerab li Faqrînê heye û bi ti awayî rê nadin wan ku bikevin taxên lê pevçûn didome".

Hûn dikarin di raportê de dengê çend rûniştvanên Amedê jî gohdar bikin ku ew jî li hewara Farqînê çûne.

Farqin in Diarbakir Province Security
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:13 0:00

XS
SM
MD
LG