Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Kurd: Heşda Turkmanî li Selahedîn Gefan li Dengderên Kurd Dike


Xurmato
Xurmato

Yekêtiya Niştîmanî ya Kurdistan YNK, li parêzgeh Selahedîn tevî çend hêzên Ereb yên Sinî di yek lîst de, tevlî hilbijartinên Îraqê dibin ku dê 12 Gulana 2018an êne encam dan.

Şelal Ebdul qaymeqamê qeza Xurmato ya girêdayî parêzgeha Selahedîn ku, kandîdê YNK ê bo parlamena Îraqê ye li wê herêmê dibêje"Çend zêdegavî ji aliyê hêzên Şîí hatine kirin, em hest dikîn ku ew dixwazin dengderên Kurd bitirsînin da ku roja dengdanê neçin ser sindoqan".

Şelal dîsan dibêje "Me raportek derbarê wan zêdegaviyan daye hêzên hawar hatina lezgîn ku ew niha ewlekariya herêmê diparêzin, çaverê ne bizanîn rojên bên dê çi bibe".

Di çend rojên borî de li çend taxên Tukmenan li qeza Xurmato, teqe li çend xurtên Kurd hatiye kirin û birîndar bûne.

Alî Husênî peyvdarê hêzên Heşda Şaabî red dike ku pêşêlkarî û zêdegavî hatbin encam dan û got"gotinên derbarê zêdegaviyan de ne rastin, ti zêdegavîyek ne hate kirin, her welatiyekî mafê beşdariya kempeyna hilbijartinan heye û zext li ser ti aliyekî nînin".

Raporta Dilşad Anwar - Kerkuk 21.042018
please wait

No media source currently available

0:00 0:01:49 0:00

XS
SM
MD
LG