Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Çîroka Windabûna Du Rêvebirên HADEP'ê di Çalakîya Hefteya 833'an de li Amedê


Çalakiya Malbat û Komela Mafên Mirovan ya hefteya 833ê ji bo windayan li Amedê
Çalakiya Malbat û Komela Mafên Mirovan ya hefteya 833ê ji bo windayan li Amedê

833 hefte ne، bi pêşengîya Komela Mafê Mirovan û malbatên windayên salên 90’î, her hefte roja Şemîyê li Amedê, li ber peykerê Mafê Jîyanê, çalakîya bi dirûşmeya ‘Bila Windayî bên dîtin, tawankar bên darizandin’ lidardikeve.

Her hefte çîroka kesek yan endamên malbatan yên hatine windakirin tê xwendin.

Di hefteya 833’emîn de çîroka du rêvebirên HADEP’ê, Ebukbekir Deniz û Serdar Taniş hate xwendin.

Taniş û Deniz, li navça Silopî ya Şirnexê, di 3’ê Çileya 2001’î de nûnertîya HADEP’ê vekirin û Serdar Taniş bû serokê navça Silopîyê.

Di 25’ê Çileyê de, Fermandarîya Cendermeyan ya Silopîyê, bi telefonê gazî Serdar Taniş dike. Taniş, digel Ebubekir Deniz diçin Bingeha Fermandarîya Cenderme ya Silopê lê ji wê rojê vir de ji wan tu agahî nahên girtin.

Fermandarîya Cenderme qebûl nekir ku herdû sîyasetvan çûne bingeha wan lê piştî bala raya giştî çû ser vê bûyerê, Walîyê wê demê yê Şirnexê Huseyîn Başkaya qebûl kir ku Deniz û Taniş di 25’ê Çileyê çûne navenda cendermeyan û got ‘'Lê tene nîv saet mane û ji wir çûn.''

Evûqatê malbata Taniş û Deniz, Tahir Elçî bû. Elçî, jibo herdû sîyasetvanan serî li Amnesty înternationalê xist û destnîşan kir ‘xetereya mezin ya windakirina di binçavan de heye’ û xwest ku jibo Ebûbekir Deniz û Serdar Taniş çalakîya lezgîn bihê îlankirin.

Evûqatê herdû malbatan, 17’ê tebaxa 2015’an de serî li Dadgeha Destûra Bingehîn xist lê dadgehê salek şûnda biryarek da û jiber ''dema dirêj'' serdana malbatan red kir.

Rêvebirê İHD’ê Omer Saman jibo VOA da zanîn, dosyeya ku jibo dîtina herdû sîyasetvanan hate vekirin, bê encam ma û dosye di sala 2015’an de hate girtin.

Saman balê da ser dozên windayan û got ''Dadgehê jibo Deniz û Taniş jî bi helwesta kiryaran bê ceza bihêle tevgerîya. Lê em hê jî dibêjin, kesên ku hatine windakirin, ji bo dozê, mesela 'dema dirêj' divê weke hicet neyê qebûlkirin. Jiber ku ev doz, sûcên li hember mirovahîyê ne.’’

Evûqatên Serdar Taniş û Ebûbekir Deniz doza wan birin Dadgeha Mafê Mirovan ya Ewrupayê û ji wir li dijî Tirkîye biryarek derket.

Di biryara xwe de Dadgeha Mafê Mirovan ya Ewrupayê got, "Lêpirsîneke serbixwe pêk nehate û di windakirina Ebubekir Deniz û Serdar Taniş de berpirsîyarîya dewletê jî heye."

Çalakîya jibo Wundayan 833 Hefte ne li Amedê Didome.mp3
please wait

No media source currently available

0:00 0:04:20 0:00
XS
SM
MD
LG