Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Silopî Qedexe û Hilweşandina Xaniyan Didome


Cizire City in Kurdish Province in Turkey under Turkish Forces attack

Li navçeya Silopiyê di 4ê Nîsanê de şervanên PKKê bi rokêtek êrîş birin ser wesayitek zirxî ya polêsan ku di encamê de polîsek hat kuştin û şeş birîndar bûn. Heman rojê çarî sibê qedexa derketina derve hat ragihandin.

Hêjayî gotinê ye ku d 14ê Adarê de, li Şirrnex û Geverê jî qedexe hatibû îlan kirin û tê gotin nêzî 30 hezar ji xelkê Şirnexê malên xwe bi cî hîştin û xwe qesta Silopiyê kirin. Herwiha nêzî hezar mirov jî ji geverê hat bûn.

Wekî tê zanîn civata wezîran qanûnek lezgîn derxistin û biryar dan ku, dewletê maf heye dest deyne ser hezaran avahiyan da ku li cihê wan qereqoaln ava bikin.

Li Silopiyê 5 hezar parsel xanî tên ruxandin û cadeyên firehiya wê 15 mitro ye çêdikin. Herwiha gelek cihên kontrola ewlehiyê jî tên çêkirin. Hem jibo qerqolan hem jî jibo cadeyên fireh, tê texmîn kirin ku li Silopiyê nêzî 6 hezar xanî dê bên ruxandin.

Dewlet dê pere bide xwediyê malan ku tapoya wan heye û yên ku yên tapoya wan nîne, nikarin doza ti mafekî bikin.

Fadil Akti rûniştvanê taxa Başakê li Silopiyê jibo Dengê Amerîka da zanîn ku malên şeş xizmên wî hatine ruxandin. Wî got polîsan destur nedaye ku xizmên wî alavê xwe ji xaniyan derxînin.

Îro dîsa li heman taxê avahiyek pênc tebeqe hat roxadin. Mihemed, kurê xwediyê avahiyê got, di avahiya wan de xelkên ku ji Şirnexê hatibûn dijîyan.

Osman ku ew jî wekî bi hezaran Şirnexiyan mal û alavê xwe li du xwe hiştîye hatiye Silopê. Ew dibêje neha di rewşek gelek xerab de dijîn û du caran mexdûr bûne.

Hun dikarin agahiyên zêdetir di fayla deng de gohdar bikin.

please wait
Embed

No media source currently available

0:00 0:05:25 0:00

XS
SM
MD
LG