Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Kurd Hikûmetên Ewrupî Rexne Dikin ku Hember Tundîya Tirkîyê Bê Deng In


Rêxistina Lêxweşbûna Navnetewî (Amnesty International) bang li karbidestên Tirk kir ku qedexeya derketina kolanan ya bê dawî biqedîne ku ji meha Berfanbara sala borî de li taxa Sur ya Amedê û bajarên Cizîr û Silopîyê hatibû danan.

“Termê Taybet Înan a 56 salî, ku di 19ê Berfanbarê de ji alîyê segvanan hatibû kuştin, bo heft rojan li kolanan hate hêştin û malbata wî nekarîbû meytê wê ji erdê rakira,” raporta Amnesty got.

Rapor bi berdewamî bal dikşîne ku bilî tunebûna elektrîk, av û xwarinê, gelê li deverên bin qedexeya derketinê, nikarin ji malên xwe derkevin û pêdivîyên xwe yên tendirustî peyda bikin.

Amnesty bi bîr dixe ku hêzên ewlekarîyê nahêlin ku ambulans û karmendên saxlemîyê alîkarîya kesên nexweş û birîndar bikin.

Rûniştvaneke Dîyarbekirê ku jiber tirsa hêzên ewlehîyê nexwest navê wê eşkere be, ji VOA re behsa jîyana xwe dike û wiha dibêje:

“Tu dikarî, dema bi zarokên xwe re li malê ser taştî bî, yan jî hewil didî ku ji mala xwe derkevî, bi topan werî kuştin. Ala spî jî tiştekî naguhere jiber ku zarokekî 12 salî tevî ku ala spî hatibû bilind kirin, hatibû kuştin. Dîsa zilamekî genc jî hate kuştin, dema wî dibirin nexweşxaneyê. ”

Jina Kurd dipirse ku “çima welatên Rojava li hember kuştina Kurdan bê deng dimînin?”

Kurd rexne li hikûmetên Ewrupî dikin ku li hember rêbazên ku Tirkîyê kar tîne, dengê xwe dernaxin.

Cudaxwazên Kurd jî di wê bawerîyê de ne ku beranber sekinandina hatina penaberan, Ewrupa çavê xwe ji tundîya Tirkan digire.

XS
SM
MD
LG