Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Komên Kurdan Beşdarî Civîna Soçî Nabin


Hevserokê Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Aldar Xelîl ji Retuers’ê re dîyar kir ku karbidestên Kurd ewê bi îhtimaleke mezin beşdarî civîna Soçî nebin.

‘’Li ser herêma me êrîşên Tirkan hene û gava em li peymanên û piştgirîyên veşartî yên Rûsya û Tirkîyê jî binêrin, ti wateya beşdarbûna civînê namîne’’ Xelîl got.

Xelîl da zanîn ku dema amadekarîya Soçî karbidestên Kurd hatine vexwendin, lê piştre ser civînê ti agahî û vexwendinên fermî nestandine.

Yekîneyên Parastina Gel (YPG), ku di têkoşîna dijî Dewleta Îslamî (DAIŞ) de hevalbendê Amerîka ye, Rûsya bi îxanetê tawanbar dike.

Wezîrê Derve yê Rûsya Sergey Lavrov dîyar kiribû ku karbidestên Kurd jî bo Kongreya Dîyaloga Neteweyî ya Sûrîyê hatine vexwendin.

Lavrov dabû zanîn ku komên Kurdan yên li Sûrîyê di peyvajoya sîyasî ya siberojê de dê rolekî girîng bilîzîn.

XS
SM
MD
LG