Kurdên Sûrîyê, piştî tecrûbeya deh salan ya rêvebirîyeke xweser, jiber nêzîkbûneke eşkere ya di navbera Şamê û Enqerê xembar in ku dewleta Tirk dê jiyana ku wan ava kiriye têk bibe.
Berîya ku şerê navxweyî yê Sûrîyê sala 2011'an destpê bike, nêzîkî du mîlyon Kurdên li wî welatî nikarîbûn li dibistanan fêrî zimanê Kurdî bibin û helkeftên xwe yên çandî pîroz bikin.
Salek piştî serhildana Sûrîyê destpê kir, hêzên hikûmeta Serok Beşar el-Esed ji herêmên Kurdan li bakurê welêt vekişîyan.
Wê rewşê rê li ber "rêvebirîyeke xweser" ya bi pêşengîya Kurdan vekir ku sazîyên xwe bi rê ve bibin, di nav de dibistanên ku bi Kurdî jî perwerdeyê pêşkeş dikin.
Lê niha gelek welatîyên ku di nav rêvebirîya xweser de dijîn, dibêjin eger hikûmeta Sûrîyê bi Tirkîyê re lihev bike, ew dikarin mafên xwe yên nû ku bi dest xistine, winda bikin.
Silêman Ebû Bekir yê 55 salî ku rûniştvanê herêma xweser e, metirsîya xwe wiha tîne ziman: "Heke ew lihevkirin pêk were, wê dijî rêvebirîya xweser bibe derbeya dawî, ya ku li ser sîstema wekhevî, demokrasî û azadîyê hatiye avakirin."
Çar jêderan hefteya borî ji Reutersê re gotin ku fikar û tirs jiber germbûna eşkere ya di têkilîyên di navbera Şam û Enqerê de çê dibin ku Moskow her du welatan jibo vê yekê han dide.
Li gor çavdêran normalbûneke di navbera Enqere û Şamê de wê rewşa şerê navxweyî yê Sûrîyê biguherîne.
Berpirsê îstixbarata Tirkîyê Hakan Fîdan vê mehê li Şamê danûstandinên nepenî pêk anîn û wezîrê wê yê derve Mevlut Çavuşoğlu daxwaza lihevhatina di navbera çekdarên opozîsyonê û hikûmeta Esed de kir.
Herwiha Serokê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan got ku heke Esed beşdarî Hilcivîna Rexistina Hevkarîya Şangayê (SOC) li Samerqendê bibûya, ewê bixwesta ku bi Esed re bicive.
Di her danûstandineke ya di navbera Tirkîyê û Sûrîyê de, divê rewşa 3.6 mîlyon penaberên Sûrî yên ku hîn li Tirkiyê dimînin were nîqaş kirin, ku Erdogan dixwaze berîya hilbijartinên sala pêş, wan paşve bişîne.
Pispor balê dikşînin ku di van danûstandinan de ewê peymanên ewlekarî û revebirîya xweser ya Kurdan li bakurê Sûrîyê jî werin gotûbêj kirin.
Li gor mamosteya dibistanê Delal Mihemed ya 45 salî, zimanê Kurdî dibe ku b majira yekê ya danûstandinan, jiber ku hem Enqere û hem jî Şam dijî perwerdeya bi zimanê Kurdî ne.
"Em ditirsin ku nêzîkbûna Tirkîyê û Sûrîyê bibe sedema tepeserkirina hinek şênîyên li vê herêmê, di nav de têkbirina çanda Kurdî û zimanê zikmakî, piştî hemû tiştên ku me di van deh salên dawî de ava kir," Mihemed dibêje.
Li vê dema ku Tirkîye dijminê eşkere yê Rêvebirîya Xweser e, Kurdên Sûrîyê bi Moskow û koalîsyona bi pêşengîya Amerîka re ku dijî cîhadîyên li Sûrîyê dike, di nava têkilîyên baş de ne, lê bi Şamê re di nava dîyalogeke alozdar de ne.
Salih Mislim, Hevserokê Partîya Yekîtîya Demokrat (PYD) dîyar dike ku niha dibe Rûsya jî helwestekê dijî Kurdan bigire.
"Ev hemû li ser vexwendina Rûsya pêk tê, ku vê nêzîkbûnê teşwîq dike," Mislim dibêje.
Jibo dikandar Dilvîn, lihevkirinek di navbera Tirkîyê û Sûrîyê tê wê wateyê: keça wê ya li bajarê Kobanê wê jî jiyana kêfxweş ya li xweserîya demkortîk bêpar bimîne.
"Wê Rêvebirîya Xweser ji holê rabe û di vê rewşê de wê her tişt jibo me were guhertin," Dilvîn dibêje.
Dilvînê bi berdewamî fîkarên xwe bi vî rengî dîyar dike:
"Awayê xebata me, zimanê ku em zarokên xwe fêrî wî dikin, diravê me. Em hemû hewldanên Tirkîyê yên bo têkbirina Rêvebirîya Xweser dibînin – ne zêde ne jî kêm."