Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Ji Bo Wênekêş Mehmet Ozer Salek û Sê Meh Ceza Hate Dayîn


Wênekêş Mehmet Ozer
Wênekêş Mehmet Ozer

Wênekeş Mehmet Ozer, di salên borî de li Enqerê pêşengehek bi navê “Muzexaneya Şermîyê” vekiribû.

Li ser vê pêşengehê ji alîyê Yekîneya Saloxgerîya Cendirmeyan ve di derheqê Mehmet Ozer de, di navbera salên 2010-2015 an de, dosyayek hatibû amadekirin û piştî vî jî li ser Ozer doz hate vekirin.

Di rojên borî de ev doz bidawî bû. Hunermend Ozer bi tewanbarkirina propagandaya terorê 1 sal û 3 meh ceza girt.

Parêzvanên Ozer vê cezayê wê bibin Dadgeha Îstînatê. Heke li vê derê jî encamek derneke dê Ozer bikev girtingehê.

Hunermend Mehmet Ozer li ser vê girtina cezayê ji bo Dengê Amerîkayê re axivî. Ozer ragihand ku hîç kesek di nav ewleyîyê de nîne, her kes her gav dikare cezayan bigre. Di vî warî de Ozer hestê xwe wiha anî ziman:

“Min pêşengehek bi navê Muzexaneya Şermîyê di sala 2009 an de vekiribû. Lê di derheqê min de ji alîyê Yekineya Saloxgerîya Cendirmeyan de dosya hate amadekirin û dure jî doz hate vekirin. Ev doz rojên borî de bidawî bû. Emê bibin Dadgeha Îstinatê. Heke li vê derê jî encam neyê ji bo min rêya girtingehê dê vebe. Dikarim bêjim ku di vî welatî de hîç kesek xwe di nav ewlehîyê de nabîne.”

Di wêneyên Mehmet Ozer de babetên herî zêde yên ku hatine kuştin, li ser wan îşkence hatîye çêkirin, tundîya ser jin û zarokan derdikeve pêş.

Lê Ozer vê cezayê jî wek binpêkiran mafên mirova bi nav dike û nêrîne xwe wiha radigîhên:

“Emê vê dozê bidomînin. Ez jiyanê bi zimanê dîmen şanî didim. Eva 40 sale ku ez bi kêşandina wênayan karê xwe berdewam dikim. Ez vî karî jî wek jibo xwe mafekî derbirînê dibînim. Lê ew dixwazin ku vîya jî ji destê me bigrin. Jibo me ev tehdîtek e.”

Hunermend Mehmet Ozer xeyrî kêşandina wêneyan li ser nivîsa dîrokê jî disekine. Ozer, van nivîsandinê dîrokê jî dijî dîroka resmîyê dîyar dike.

wênekêş Mehmet Ozer, li ber wêneyên ku kişandibû salek û 3 meh hate cezakirin.

Hunermen Mehmet Ozer nêzikî 40 sale ku karê wênekêşîyê dike. Ew herî zêde li ser wêneyên karker û çalakîyên karkeran, wêneyên jin, zarok, xizan, LGBT’îyan, daristan û gelek babetên civakî yên din dikêşîne.

Di wêneyê wî de herî zêde pirsgirêkên civakî xwe dide der.

Raporta Enqerê 12 10 2021
please wait

No media source currently available

0:00 0:02:30 0:00

XS
SM
MD
LG