Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Ji 10 Partî û Tevgerên Kurd li Tirkîyê Banga Yekîtîya Netewî


Partî û pêkhatîyên sîyasî li Amedê di komxebatekê de hatin ba hev û banga yekîtîya netewî kirin.

Serokê Partîya Maf û Azadîya Mirovan Ahmet Kamaç daxuyanîya Kurdî xwend û bal kişand ser girtina şardaran û danîna qayuman.

"Bi qayuman derbe li demokrasîya herêmî dixin û vîna gelê Kurd desteser dikin. Desthilata sîyasî bi awayekî kiryarî mafê qanûnî û rewa yê sîyaseta demokratîk ji Kurdan re qedexe dike,”.

Kambaç got ku desthilata sîyasî bi van kiryaran îradeya gelê Kurd ji holê radike.

Di daxuyanîyê de hat gotin ku zextên li ser sîyaseta Kurd, herwiha operasyonên Tirkîyê yên li dervayê sînor hêrs û kîna gelê Kurd û sîyasetmedarên wan zêdetir dike.

"Eger em yekrêzî û hevgirtina xwe pêk bînin û hêzên xwe bikin yek, têkoşîna me ya demokratîk, aştîyane û sîyasî jî dê ji alîyê hêzên navneteweyî ve zêdetir were pejirandin û piştgirî kirin."

Daxuyanî bî berdewamî got ku yekîtî daxwazeke xurt ya gel Kurd e.

"Jibo ku ev demên dijwar bi awayekî serkeftî encam bide, gelê me dixwaze ku dijî êrişên ser Kurdan, xizanî û têkçûna aborîyê, em tifaqa xwe xurt bikin."

please wait

No media source currently available

0:00 0:03:28 0:00

XS
SM
MD
LG