Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hest û Helwest: Serederîya Herêma Kurdistanê û Bakur û Rojhilata Sûrîyê bi Vîrusa Koronayê


Di demekê de ku hejmara keysên koronayê li Herêma Kurdistana Îraqê û Bakur Rojhilatê Sûrîyê bilind dibine, berpirs hewl didine ku bi her şêweyekî rê li vîrusê bigrin.

Berpirsan hin pîvan û rênimayên tund ragihandine lê gelek dibêjin welatî pêgirîyê bi wan pîvanan nakin û ev jî dê encamên xerab derxe pêş.

Ew behsa varienta nû ya koronayê dikin ku li hin navçeyan bi awayekî berferehtir belav dibe zarok jî tûşî wê dibin.

Herêma Kurdistana Îraqê girtina dibistanan bi temamî ragihandîye û rêveberîya xweser ya Bakur Rojhilatê Sûrîyê qedexeya giştî ya hatûçûne sepandîye.

Herêma Kurdistanê bêhtirî cûreyekî ji vaksînan wergirtîye lê Bakur Rojhilata Sûrîyê hîn tiştek wernegirtîye.

Ev pêla nû ya COVID-19 çawa dikare were dorpêçkirin li van herêman?

Ev pîvan û rêgirtin û qedexe çiqas çalak in û ta çi astê dikarin encamên erênî bidin?

Sedemên pênegirîya welatîyan bi rênimayên karbidestan çine?

Pêwîstî bi çi heye ji bo ku welatî alîkar bin di vê derbarê de?

Bernameya Hest û Helwest bi beşdarbûna du mêvanan ronî dide ser vê mijarê:

Dr. Bextîyar Hisên, Pizîşkê birînsazîya giştî ku li bajarê Kobanî yê Bakur Rojhilatê Sûrîyê dimîne û Dr. Fazil Omer Salih, Pizîşkê xanenişîn ku li bajarê Duhokê yê Herêma Kurdistan Îraqê dimîne.

Ji bo guhdarîkirina li bernameyê fayla deng veke

Hest û Helwest 13/4/2021
please wait

No media source currently available

0:00 0:29:50 0:00


XS
SM
MD
LG