Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Pirtûka "Navdarên Kurd" Li Pirtûkxaneya Hardvardê Hate Zêdekirin


Nivîskara Kurd Nevîn Reşan Gungor
Nivîskara Kurd Nevîn Reşan Gungor

Pirtûkên Nivîskara Kurd Nevîn Reşan Gungor yên bi anvên “Navdarên Kurd” û “Cilûbergên Gelêrî Yên Jinên Kurd” bêtir bala xwendevanan dikşînin.

Gungor, ev zêdetirî 30 sal e ku li ser folklor, çand û hunerê Kurdan lêkolînan dike.

Pirtûka wê ya “Navdarên Kurd” li Pirtûkxaneya Zanîngeha Hardvardê jî hate zêdekirin.

Ev pirtûk kesayetîyên Kurd yên di sîyaset, leşkerî, mozîk, wêje, huner û babetên din de bûna navdar û di dîrokê de şopa xwe hîştine, kirîye armanc.

Kesayetîyên Kurd yên di navbera salên 820 û 2007’an de jiyane, li gor taybetîyên wan di vê pirtûkê de cî digrin. Pîremêrd, Ehmedê Xanê, Şêx Saîd, Qazî Mihemed, Mele Mistefa Barzanî, Seyid Riza, General Îhsah Nûrî Paşa û hin navdarên Kurd yên din tê de ne.

Gungor, demeke dirêj e ku li ser dîrok û çanda Kurdan dixebite, pirtûkan dinivîse û pêşangehan vedike. Armanca wê ewe ku çand, huner, wêje û dîroka Kurdan him bi biyanîyan û him jî bi Kurdan bide nasandin. Gunger ji Dengê Amerîkayê re sedama nivîsîna Navdarên Kurd ji wiha vedibêje:

“Ez têgihîştim ku zarokên Kurd gelekî çanda xwe û mezinên xwe nanasin. Dema ez ji wan dipirsim pir ji wan behsa çend navdarên Kurd dikin. A rastî yên herî zane jî heta çend kesî dikarin bijimêrin. Xebata min ya Navdarên Kurd jî ji ber vê armancê pêk hat. Min xwest him Kurd û him jî yên ku ne Kurd in, navdarên Kurd binasin.”

Piştî ku Gungor Navdarên Kurd xilas dike, profîsorê Zanîngeha Harvard Dr. Tachal pirtûkê jibo Pirtûkxaneya Zanîngehê dixwaze. Gungor vê cîroka xwe jî wiha bilêv dike:

“Rojekê Prof. Dr. Tachal, ji Zanîngeha Harvard bi min re kete pêwendîyê û daxwaza pirtûka min him ji bo xwe û him jî jibo Pirtûkxaneya Zanîngehê kir. Min jê jê re şand. Ev berhema min, niha di gelek cihan de wek çavkanîyeke bingehîn tê bikaranîn.”

Pirtûka Nevîn Reşan Gungor ya din jî “Cilûbergên Gelêrî Yên Jinên Kurd” e. Ev pirtûk jî herî zêde li ser folklora jinên Kurd radiweste.

Ev pirtûk di sê zimanan de; Kurdî, Tirkî û Îngilizî hate weşandin. Xêzên ku di nav vê pirtûkê de hatine kirin piraniya wan li moze, arşîv û çavkanîyên taybet hatine wergirtin. Gungor, girîngîya vê pirtûkê jî wiha dîyar dike:

“Ez li gelek heremên Kurdistanê derketim gerê. Tax bi tax gerîyam, piraniya dema min di nav gel de, di arşîvan û mozexaneyan de derbas bû. Îro em dibînin ku şaristanîya Yûnanistan, Misir, Îtalya, û Fransa xwe bi şiklekê dîyar dikin. Lê em dizanin ku Kurd di dîrokê de ji gelên herî kevnar in û xwedanê şaristanîyeke pir mezin in. Lê mixabin berhemên Kurda an hatine tunekirin an jî hê derneketine, yên heyî jî zêde nayên nasîn. Pêwîste ku em vana vekolin û ez jî niha vî karî dikim.”

Nivîskara Kurd Gungor, radigîhîne ku heke Kurdek li Tirkîyê xwedî li Kurdayetîya xwe derkeve rastî gelek dijwarîyan tê. Dema wê jî li ser Kurdan xebata xwe domandîye, heman tişt dîtîye:

Nevîn Reşan Gungor Kî Ye?

Nevin Reşan Gungor di sala 1965’an de li Sêwregê ji dayîk bûye. Xwendina xwe ya seretayî li Sêwregê û ya navîn jî li Stenbolê temam kiriye. Du salan di warê dîzayna cilûbergan de perwerde bûye û wê bi qasî neh salan wekî dîzayner kar kiriye. Di 1994an de li MED-KOMê di warê cil û bergên jinên Kurd de pêşangehek li dar xistîye. Gungor, berê xwe dide nîgarkêşiyê û bi awayekî tekane an jî bi kom zêdetirî bîst pêşangehan li welêt û derveyî welêt vedike. Xebata xwe ya bi navê Navdarên Kurd ku bi şêwazê lavî amade kiribû, di 2008an de di Weşanxaneya Dozê de weşand. Wêneyên di vê xebatê de li gelek pêşangehan hatine pêşkêşkirin. Wê di 2009an de yekem kartonfîlma anîmasyon a resen a bi navê "Masiya Lêvsor" çêkir. Xebata xwe ya Cilûbergên Jinên Kurd a ku ev 25 sal in li ser dixebite, wekî pirtûk da çapkirin. Zewicî ye û dayîka zarokekî ye.

Raporta Deng/Eyyup Demir
please wait

No media source currently available

0:00 0:04:41 0:00

XS
SM
MD
LG