Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Mamosteyên Zimanê Kurdî Hişyarîyê li dor Rewşa Zimên Li Efrînê Didin


Roja 15’ê Gulanê, weke cejina zimanê Kurdî tê pîrozkirin, ku mîna vê rojê sala 1932’an Mîr Celadet Bederxan kovara Hawarê derxistibû.

Bi boneya vê rojê mamoste û zimanhezên herêma Efrînê, girîngîya zimanê Kurdî destnîşan dikin û balê dikşînin ser pêwîsîtya parastina zimanê Kurdî.

Mamosteyê zimanê Kurdî Mihemd Ebdî dibêje ku xebata Mîr Celadet Bederxan ji nûve li Efrînê hatibû zindîkirin.

Wî got:

"Me Sazîya Zimanê Kurdî (SZK) damezirand, pişrte yekem dibistana Kurdî li ser asta Rojava li Efrînê hate vekirin, herwiha Peymangeha Ziman û Wêjeya Kurdî, dûre jî Zanîngeha Efrînê".

Herwiha Ebdî dîyar kir ku piştî 7 salan ji perwerdeya bi zimanê Kurdî ku di asteke baş de birêve didçû, lê rewş serûbin bû gava Tirkîyê dest danî ser herêmê.

"Her çiqas Efrîn herêmeke Kurdî ye û çanda wê Kurdî ye, lê niha Zimanê Kurdî li Efrînê jêr gefê de ye û bi fişaran re rûbi rû maye, ew tê qedexe kirin, Tirkîyê zimanê Tirkî ferz dike, daku dagîrkerîya xwe bisepîne", Ebdî eşkere kir.

Ji alîyê xwe ve helbestvan Mihemed Ebdo tekez dike ku li hember hewldanên bişaftina zimanê Kurdî, xebateke piralî pêwîst e, da ku zimanê Kurdî zindî bimîne û cihê xwe di nav zimanên cîhanê de bigre.

Bi berdewamî Ebdo şîroveya xwe wiha got:

"Ji hemû rewşenbîrên Kurd tê xwestin bi Kurdî binivîsin, daku pirtûkxaneya Kurdî zengîn bikin û li zimanê Kurdî xwedî derkevin".

Hêjayî bi bîr xistinê ye ku salên dûr û dirêj zimanê Kurdî ji alîyê desthilata Sûrî ve dihate qedexekirin, fêrbêna zimên bi veşartî yan bi rêya belavokan dihat kirin.

Ji sala 2011’an ve, bi serkêşîya SZK’ê û Rêvebirîya Xweser, fêrbûna bi zimanê Kurdî belav bû, herwiha weşandina bi Kurdî jî geş bû. Lê li Efrînê, vê yekê dewam nekir, ku destdanîna Tirkîyê li ser herêmê zimanê Kurdî kir armanc.

Raporta Deng/Newroz Reşo
please wait

No media source currently available

0:00 0:02:59 0:00
Direct link


XS
SM
MD
LG