Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Çalakîya Cejna Zimanê Kurdî li Amedê


Li Amedê di çarçova pîrozbahiya cejna ziman de bi beşdariya nivîskar Selîm Temo, Adar Jiyan, Suleyman Yildiz panelek hat amade kirin.

Di panela ku Enîse Ekîncî birêve bir, li ser rewşa zimanê Kurdî gotar hatin pêşkêş kirin.

Nivîskar Adar Jiyan balê da ser têkiliya ziman, dê, zarok û xwezayê.

Suleyman Yilmaz jî bi Zazakî gotara xwe pêşkêş kir û îdia kir dewlet hemî saziyên xwe li gorî politikaya asimilasyona Kurdan ava kiriye.

Nivîskar Selîm Temo jî di gotara xwe behsa qada Kurdî, herwisa mijara standardîzasyona Kurdî û rewşa beşên Kurdî li zanîngehên Tirkiyê kir.

Birêz Temo got li zanîngehan tu statuyek beşên Kurdî nîne û ev beş, di bin kontrola dewletê de ne.

Hun dikarin agahiyên zêdetir li ser fayla deng gohdar bikin

Raporta Xecîcan Farqîn
please wait

No media source currently available

0:00 0:06:52 0:00

XS
SM
MD
LG