Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Semînarek Ser Tomarên Pêşîn yên Muzîka Kurdî


Zeyneb Yaş
Zeyneb Yaş

Lêkolînera muzîka Kurdî Zeyneb Yaş, li Weqfa îsamîl Beşîkçî li ser berhema xwe ya 'Şakarên Muzîka Kurdî' û dîroka tomarkirina muzîka Kurdî panelek da.

Wê da zanîn cara pêşîn kilamên Kurdî bi dengê hunermendekî Suryanî, Kosro Malool li Mûsilê hatiye tomar kirin.

Herwisa ji hunermendên Kurd yên ku cara pêşîn dengê wan li Mûsilê hatiye tomar kirin Elmas Muhammed, Meryem Xan û Seîd Axayê Cizîrî ne.

Li Bakurê Kurdistanê jî cara pêşîn bi kilama Xezal Xezal dengê Eyşe Şanê di sala 1963'an de hatiye tomar kirin.

Li gorî lêkolîna Yaş, li rojihlata Kurdistanê jî di sala 1924'an de bi dengê Elî Eşxer kilamên soranî li Tehranê hatine tomar kirin.

Hun dikarin li ser fayla deng agahiyên zêdetir ji lêkolînên Zeyneb Yaş guhdarî bikin.

Raporta Xecîcan Farqîn
please wait

No media source currently available

0:00 0:06:34 0:00

XS
SM
MD
LG