Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Partiyên Kurdên Tirkiyê Kuştina Şengalî Şermezar Dikin


Partî û rêxistinên Kurd bi daxuyaniyek hevpar êrîşa ser Şengalê û kuştina siyasetvanê Kurd Zekî Şengalî şermezar kirin.

Di salvegera komkujiya gundê Koço, di êrîşên Tirkiyê de siyasetmedarê Kurd Zekî Şengalî û hevalên wî hatibûn kuştin.

Hevserokê Kongra Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk daxuyniya şermezarkirinê xwend.

Wî destnîşan kir, Rojhilata Navîn a ku bûye navenda şerê ol û mezheban, gelê Êzidî wekî qurbana van şeran hatine hilbijartinê û bi 73 fermanên herî hovane û wehşî, bi komkujiyan xwestin gelê Ezidî tune bikin.

"AKP û MHP tifaqek nîjadperest ava kirin û saleke tînin ziman ku li ser Şengalê bi êrîşan amadekariya destwerdanê bikin" got Berdan Ozturk.

Di dewamiyê de hat gotin ew hem hêzên navneteweyî yên ku çavên xwe ji vê êrîşê re girtine û hem jî Hikûmeta Navendî ya Iraqê ku destûr daye ev êrîş li ser xaka wê pêk were bi tundî şermezar dikin.

Ozturk got "Em dibêjin ku hêzên navnetewî û İraq şirîkê vê êrîş û komployê ne."

Hun dikarin agahiyên zêdetir ji daxuyaniyê li ser fayla deng guhdar bikin

Rporta Xecîcan Farqîn
please wait

No media source currently available

0:00 0:05:09 0:00

XS
SM
MD
LG