Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Bajarê Kolnê Almanya Revenda Kurd Beşdarî Dengdana Referandumê Dibe


Mehmûd Kalo
Mehmûd Kalo

Di demekê de ku proseya dengdanê berdewam e li Herêma Kurdistana Îraqê li dor referanduma Serxwebûna Herêmê, Revenda Kurd li bajarê Kolin ê Almaya navendek vekir ji bo dabînkirina alîkariyê bo kesên ku dixwazin bi riya Internêtê dengê xwe bidin.

Mehmûd Kalo, Peyîvdarê komîta rêvebir a Festîvala Serxwebûna Kurdistanê, ku berî demekê li bajarê Kolnê hate li darxistin, di hevpeyvînekê de li gel Dengê Amerîka ronî da ser armanca vekirina vê navendê û got:

“Ji ber ku me, wek Kurdên ne Îraqî, mafê dengdanê nîne, em hewil didin li vir alîkariyên logistîk dabîn bikin ji bo xelkê ku dixwazin dengê xwe bi riya internêtê bidin. “

Parêzer Kalo, dibêje dijberiya hin welatê derdora herêma Kurdistana Îraqê ji referandumê re, tiştekî ji nirxa wê ya yasayî kêm nake.

Ji bo guhdarîkirina li hevpeyvînê faylê deng veke

Mehmûd Kalo 25_09_2017
please wait

No media source currently available

0:00 0:06:18 0:00

XS
SM
MD
LG