Bi hezaran jinên Kurd roja Duşemê li bajarê Qamişlo daketin kolanan da ku ji rêvebirên nû yên cihadî li Şamê rêzgirtina mafên jinan bixwazin û êrîşên bi piştgirîya Tirkîyê li herêmên Kurdan li bakur şermezar bikin.
"Em ji dewleta nû daxwaza mafên jinan dikin... û nabe ku mafên jinan li derveyî vê sîstemê werin hiştin.Em êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser bajarê Kobanê jî şermezar dikin,” Çalakvana mafên jinan Sawsan Husên got.
Civaka Kurd ji destpêka şerê navxweyî yê Sûrîyê ya 2011’an ve, li bakur û rojhilatê xwedî xweserîyê ne û jin di her qada jiyanê de derdikevin pêş.
Şervanên YPG, ku pêşengîya koma çekdar ya Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) bi piştgirîya Amerîka dike, li herêmê hêzeke serekî ye û
Piranîya bakur û rojhilatê Sûrîyê di destê HSD de ye.
Lê hevsengîya hêza li Sûrîyê guherî, piştî ku koma îslamî ya Heyat Tehrîr el-Şam (HTS) di 8’ê Berfanbarê de kontrola paytext Şamê û rejîma Beşar El-Esad têk bir.
HTŞ li Şamê rêvebirîyek nû ya dostê Enqerê ava kiriye.
HSD li heremên xweser li bakur û rojhilatê Sûrîyê berevanîya mafên jinan dike, berevajî bi nêrînên îslamî yên sunnî yên konservatîf yên HTŞ, ku berê girêdayê koma cihad berê El Qaîde bû.
Tirkîye YPG’ê bi girêdana bi Partîya Karkerên Kurdistan (PKK) re tawanbar dike, ku hem Washington û hem jî Enqere wek komeke terorîst dibînin, lê HSD û YPG bi berdewamî tawanbarîya Tirkîyê red dikin.
Li bakurê Sûrîyê bi hezaran leşkerên Tirkîyê û komên çekdar ku piştgirîya yên cihadî ku girêdayê Tirkîyê hene ku şerê dijî HSD dikin.
Piştî têkçûna rejîma Esad ya 8’ê Berbanbarê ve şerê navbera komên bi piştgirîya Tirkîyê û şervanên HSD zêde bûne, û HSD ji bajarê Minbicê hat derxistin.
Rêberên Kurdên Sûrîyê hişyarî didin ku hêzên Tirkîyê jibo êrîşekê li ser bajarê Kobanê yê di bin kontrola HSDê de li ser sînorê Tirkiyê, amadekarîyan dikin.
Di nav Sûrîyan de fîkareke berbelav heye ku rêveberîya Şamê ya nû HTŞ wê ber bi desthilatdarîya tundrê ya îslamî ve biçe, mafên kêmanîyan, civakên din yên olî yên û jinan tune bikin.
Obaida Arnout, berdevka hikûmeta Sûrî ya veguhêz, hefteya borî got ku "xwezaya biyolojîk û fîzyolojîkî" ya jinan wan jibo hin karên hikûmetê neguncav dike.
Hemrîn Elî, berpirsek di rêveberiya xweser li bakurê rojhilatê Sûrîyê ya bi pêşengiya Kurd de, xwepêşandana roja Duşemê de soza berevanîya YPJ û jinan da.
"Erê jibo piştgiriya YPJ'ê. Erê ji bo parastina maf û destketiyên şoreşa jinan li Bakur û Rojhilatê Sûrîyê," Elî got.
Jêder: Reuters